Leşkerên artêşa tirk a dagirker gule li sivîlên ser sînor reşand û jina ciwan a bi navê Îman Îbrahîm qetil kir. Her wiha navenda Serêkaniyê jî rastî bombebaran û topbaraneke dijwar tê
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe didomin. Hêzên dagirker ku bi taybet jî sivîlan hedef digirin, bênavber qadên sivîlan topbaran û bombebaran dikin.
Di çarçoveya êrîşan de leşkerên hêzên artêşa tirk welatiyên sivîl ên li ser sînorê Qamişloyê gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de jina ciwan a bi navê Îman Îbrahîm (24) birîndar kirin. Welatiya ku demildest rakirina nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin.
Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de sûka navendî ya li taxa Ronahî ya Serêkaniyê bombebaran û topbaran dike. Hêjayî gotinê ye ku hêzên dagirker ji 3 baskan ve êrîşî Serêkaniyê dike. Li hemberî van êrîşan jî şervanên HSD’e bersivên tund didin. Şer û pevçûnên li Serêkaniyê bi hemû dijwariya xwe berdewamin.