Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Hunermendên kurd: Em bi hev re dikarin vê dagirkeriyê têk bibin

Hunermendê kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Kayhan Kalhor ji ber êrîşa dewleta tirk a li dijî rojavayê Kurdistanê, konsera xwe ya li Stenbolê betal kir. Hunermend Necmedîn Xulamî jî banga piştgiriyê ji bo berxwedana Rojava kir

Nerazîbunên li hemberî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê her ku diçe mezintir dibin. Di vê çarçoveyê de hunermendê kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Kayhan Kalhor jî şevê din peyamek parve kir û got: “Nabe ku li hemberî zordarî, zilm û tunekirina gelekî mirov bêdeng bimîne. Muzîka min ku çeka min e, di van şevan de li gorî Rojava eyar dibe. Û destên min li ser tetîka çeka min in. Şev û rojên gelek giran derbas dibin. Em kurd dikarin bi berxwedanê vê dagirkeriyê têk bibin. Weke kurdan hêza me têra vê dike.”

Konsera xwe betal kir

Hunermend Kalhor di heman demê de ji bo protestokirina êrîşa dewleta tirk, konsera xwe ya Stenbolê jî betal kir. Kalhor têkildarî mijarê wiha got: “Min konsera xwe ya ku dê di 13’e cotmehê de li Salona Kongreyê ya Cemal Reşît Rey a Stenbolê bihata lidarxistin, betal kir. Em kurd dikarin bi berxwedanê êrîşan bişikînin û bi ser bikevin.”

Peyama Necmedîn Xulamî

Her wiha hunermendê kurd Necmedîn Xulamî jî bo gelê piştgiriya bi Rojava re peyamek parve kir û wiha got: “Ez piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojava radigihînim. Her wiha hikûmeta AKP’ê û faşîst Erdogan bi tûndî şermezar dikim. Hem li hundir û hem jî li derveyî welat, bang li hemû kurdistaniyan dikim ku dakevin qadan û kolanan. Ji hemû hunermend û rewşenbîran dixwazim ku li hemberî van êrîşan kampanyayê li dar bixin. Karê hunerî bi rê ve bibin li dijî van êrîşên faşîst ê hikûmeta AKP û Erdogan. Ji gelê Ewropa dixwazim ku li ser Ewropayê zextê çêbikin ku ew Erdogan ê kartê penaberan bi kar tîne û bombebaranê li ser zarok û gelên kurd dibarîne, destek nekin. Spas dikim ji bo hemû kurdistaniyan ku dilsoziya xwe ji bo Rojava nîşan didin. Serkeftin ji bo gelê kurd û rojavayê Kurdistanê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar