Hêzên dagirker ên dewlet tirk û çeteyên wê nexweşxaneyên Roj topbaran kir û nexweşxaneyeke meydanî ya li Serêkaniyê jî bi balafiran hedef girt
Hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê ya li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didome. Hêzên dagirker di çarçoveya êrîşên qirkirinê de qadên sivîlan hedef digirin û li ber çavê hemû cîhanê bi aşkerayî sûcên şer dike.
Li gorî agahiyên ji Serêkaniyê, hêzên artêşa tirk a dagirker nexweşxaneya Roj a li Serêkaniyê topbaran kir û nexweşxaneyeke meydanî jî bi balafirên şer hedef girt. Hat zanîn ku di nexweşxaneyê de welatiyên birîndar hebûn.
Têkildarî encamên êrîşan de heta niha tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin. SERÊKANIYÊ