Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Teqemeniya ku li Nisêbînê 9 sivîl qetilkirin a artêşa tirk e!

Di teqîna li Nisêbînê de 9 welatiyên jiyana xwe ji dest dabûn îro serê sibê zû hatin veşartin. Jinek ku bavê wê jiyana xwe ji dest da wiha bertek nîşan da: “Erdogan me qesra te şewitand me çikir ji te? Bila qesra te hilweşe.” Li gorî welatiyan û parvekirinên li ser tora civakî teqemeniya ku sivîl qetilkirin a artêşa tirk e

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê duh topek hewanê li taxa Yenîtûranê ketibû. Di teqînê de ewil 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 9’an. Cenazeyên Hasan Muhammed, Orhan Dogan, Adnan Dogan, Huseyin Çakir, Mehmet Şîrîn Demîr û Ahmet Delen li Goristana Hecaca ya li taxa Qijlê hatin veşartin. Cenazeyên Naîf Sîncar, Dara Alî û Aytekîn Eroglu jî li Goristana Morris a li taxa Yenîşehîrê hatin veşartin.

‘Qesra te hilweşe’

Bi sedan welatî beşdarî merasîmê bûn û di merasîmê de êş hebû. Piştî duayên hatin xwendin cenaze li kêleka hev hatin definkirin.  Kêliyek jî zêmarên dayikan nesekinîn. Jinek ku bavê wê di teqînê de jiyana xwe ji dest dabû wiha bertek nîşan da: “Erdogan me qesra te şewitand me çikir ji te? Bila qesra te hilweşe.”Wê şîna welatiyan li mala şînê ya şaredariyê were qebûlkirin.

Teqemeniya ku sivîl qetilkirin a artêşa tirk e

Li aliyê din piştî teqînên welatiyên ku çûn cihê bûyerê teqemeniya ku gelê Nisêbînê qetil kir dîdin û li ser hesabên xwe yên tora civakî parvekir. Di parvekirinên welatiyan de tê dîtin ku teqemenî aydê dewleta tirk e û ji Makîne Kîmyayê derketiye. Ve yek jî dide xuyakirin ku ev êrîş ji aliyê dewlet tirk ve pêk hatiye. Ji xwe welatî jî di parvekirinên xwe de tînin ziman ku ji aliyê tabûra leşkerî ev teqîn pêk hatiye. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar