Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Êdî teqez divê kurd bibin yek’

Berdevkê DDKD’ê yê Amedê Abdulhey Okumuş, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Bekaya dewletê bi tunebûna miletekî din nayê parastin. Divê kurd bibin yek êdî.” Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî bi taybetî pirsa “Hûn qet difikirin ku çima kurd tên kuştin?” ji tirkan pirsî

Şerê Tirkiyeyê yê li dijî Bakur û Rojhilata Suriyeyê di roja 4’an de berdewam dike. Heta niha gelek welatiyên sivîl û zarokan di şer de jiyana xwe ji dest dan. Şer li seranserî sînor belav bûye. Têkildarî şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Berdevkê Komeleya Kurd a Şoreşgerên Demokratik (DDKD) yê Amedê Abdulhey Okumuş û Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, nirxandin kirin û xwestin Tirkiye dest ji vê polîtîkayê berde.

Berdevkê DDKD’ê yê Amedê Abdulhey Okumuş, anî ziman ku di esasê xwe de êrîşa Tirkiye ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijminantiya kurdan e û wiha got: “Ji destpêka avakirina Komarê heta niha kurdan ji bo xwe talûke dibînin. Hikûmet naxwazin kurd bibin xwedî statu. Ji bo kurd nebin xwedî statu tevdigerin. AKP bi polîtîkayên şer îktîdara xwe temendirêj dike. Bekaya dewletê bi tunebûna gelan nayê parastin.”

‘Divê kurd bibin yek’

Okumuş, xwest êdî kurd bibin yek û wiha bi dawî kir: “Ji destpêkê heta niha aliyê kurdan ê kêm nebûna wan a yekîtiyê ye. Divê êdî teqez kurd bibin yek. Divê kurd yekîtiya neteweyî ava bikin.  Divê kurd di qada siyasî, civakî û dîplomasiyê de yekîtiya xwe pêş bixin. Ger ku ne wisa be hebûna kurdan di bin talûkeyek mezin de ye.”

Okumuş, da zanîn ku şer bidome gelê kirk ji wê ji şer zerar bibînin û xwest gelê kirk jî li dijî şer bertek û nerazîbûnên xwe bînin ziman.

Kurd ne dijminê we ne

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî jî anî ziman ku bi şer ewlehiya herêmê nayê avakirin û wiha got: “Em ji misilmanên tirk dipirsin ‘Hûn qet difikirin ku çima kurd tên kuştin?” Bi taybetî em bang li gelê tirk dikin. Kurd ne dijminê we ne. Ez ji misilmanên tirk, demokrat û kesên dibêjin ‘Ez mirov im’ dipirsim. Ma kurdên Rojava kafir in. Hûn sureya Fetihê dixwînin û dikevin şer. Erdogan, ji ber komkujiya Dêrsimê lêborîn xwestibû. Ka binerin çi li Rojava dikin. Yên dibêjin ez misilman û demokratim divê pirsa “Kurd çima tên kuştin? ji xwe bipirsin. Divê tu kes vê zilma li kurdan tê kirin qebûl neke. Em bang li parazvanên mafên mirovan, parazvanên olan û demokratan dikin ku vê zilma li kurdan tê kirin qebûl nekin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar