HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku rêya navdewletî ewle ye û piştî komên çete bi awayekî veşarî duh derbas bûbûn, niha di bin serweriya hêzên wan de ye
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çete yên artêşa tirk a dagirker bi awayekî veşartî derbasî rêya navdewletî bûbûn.
HSD’ê da zanîn ku komên çete yên ku bi veşartî derbasî ser rêyê bûn, hejmareke sivîlan qetil kir û gelek jî birîndar kirin. Navendê destnîşan kir ku yekîneyên wan yekser destwerdana rewşê kir û ev komên çete ji rêya navdewletî dûr xistin.
HSD’ê ragihand ku rê niha bi temamî vekirî ye û bi ewle ye. GIRÊ SPÎ