Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Serêkaniyê şer giran e: 2 wesayîtên doçkabarkirî hatin rûxandin

Şervanên HSD’ê êrîşa li dijî taxa El Mihte û Ara ya Serêkaniyê şikand. Şervanan derbên giran li çeteyan xistin û 2 wesayîtên doçkabarkirî yên hêzên dagirker jî hatin rûxandin. Artêşa tirk her wiha xebatkarên tenduristiyê û karwanê sivîlan a reqayiyan hedef girt

Berxwedana şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya li hemberî artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bênavber didome. Di vê çarçoveyê de şervanan li nêzî herêma pîşesaziyê wesayîteke doçkabarkirî ya artêşa tirk rûxand.

Hat zanîn ku şervanên HSD’ê piştî şerekî dijwar, êrîşa artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser taxa El Mihte û Ara ya li aliyê rojavayê Serêkaniyê têk bir. Hêzên dagirker ên ku derbên giran ji şervanan xwarin, neçar man ku ji herêmê birevin.

Karwanê sivîlan hat topbarankirin

Li hêla din jî hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê karwanê sivîlên ji Reqayê ku dixwestin derbasî Girê Spî bibin hedef girt. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku di encama topbaranê de gelek welatî birîndar bûn û dibe ku şehîd jî hebin.

Navendên tenduristiyê de hedefa dagirkeran de ne

Her wiha ji rêveberên Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê jî têkildarî êrîşên dewleta tirk de axivî û ev agahî dan: “Nexweşxaneya Roj a li Serêkaniyê piştî ku hate bombebarankirin, ji xizmetê derket. Kadroyên tenduristiyê êdî nedikarîn li wir bixebitin. Hedefgirtina navendên tenduristiyê û ambulansan, binpêkirina zagonên navdewletî ye. Em niha li mal û nexweşxaneyên meydanî xebatên xwe didomînin. Ambulans nikarin derbasî Serêkaniyê bibin û birîndaran derxin. Di êrîşa îro ya li dijî noqteya tenduristiyê ya li Serêkaniyê de 4 sivîl birîndar bûn. Em bang li hêzên navdewletî dikin ku rê li ber êrîşên li dijî sivîlan bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar