Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

TJA: Ji bo rawestandina êrîşan em bibin deng

TJA’yê êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: “Ji bo ku nebin hevparê vî sûcî em bang li jin, çepgir, sosyalîst, kesên li aliyê mafên mirovan û dijberî şer in dikin ku bikin nava liv û tevgerê.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Avahiya HDP’ê ya Stenbolê civîna  çapameniyê li dar xist. Li eywana civînê  pankarta  “Em jinên ku jiyanê diafirînin ji zihniyeta jiyanê dikuje re dibêjin na” daliqandin.

Endama TJA’yê Besra Îşsever daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û ev tişt got: “Em jin zanin ku weke di her şerî de artêşa hovan destpêkê berê xwe dide jin û zarokan. Gotina ku dê êrîş aramiyê bîne herêmê ji rastiyê dûr e. Em êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê şermezar dikin. Dê DAIŞ li herêmê bibe gef û şerê Tirkiyeyê ku piştgiriya herî mezin dide wan mezin bibe. Şerê herî mezin kurdan li dijî DAIŞ’ê da û wê têk bir. Êrîş li hemberî destkeftiyên kurdan û gelên li herêmê ne û ji bo guhertina demografiyê hatiye destpêkirin. Şer li şûna aştiyê komkujî û aloziyê bi xwe re bîne. Ji bo berpirsyariya xwe ya ji dîrokê embang li herkesî dikin ku li dijî sûcên şer bibin hêzeke hevgirtî. Şer sûcê mirovahiyê ye. Ji bo ku em nebin hevparê vî sûcî em bang li jin, çepgir, sosyalîst, kesên li aliyê mafên mirovan û dijberî şer in dikin ku bikin nav liv û tevgerê û ji bo rawestandina êrîşê bibin deng.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar