Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Partiyên Başûr: Divê sînorek ji êrîşên dewleta tirk re bê danîn

Bi tevlêbûna 14 partiyên başûrê Kurdistanê li ber Nûnertiya NY’yê ya li Hewlêrê çalakî hat lidarxistin. Partiyên siyasî bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku divê qada navneteweyî ji bo Rojava bikeva nava hewldanan û sînorekî ji êrîşa dewleta tirk re dane

Bi armanca şermezarkirina êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk û çeteyên wê ya li dijî rojavayê Kurdistanê, 14 partiyên siyasî yên ji başûrê Kurdistanê bi navê ‘Meclisa aliyên siyasî yên Hewlêrê’ li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de tevî nûnerên partiyên siyasî, gelek welatî jî amade bûn.

Di çalakiyê de parkarta’Parastina rojavayê Kurdistanê erka exlaqî ya hêzên navneteweyî ye’, ‘Ji şer re na’,  ‘Ji tundiyê re na’, ‘Ji dagirkeriyê re na’ û ‘Daxwazê ji hemû hêzên siyasî dikin ku aramî û yekrêziyê biparêzin’ hatibûn vekirin. Her wiha aliyên siyasî daxwaznameyek jî pêşkêşî nûnertiya NY’yê û serokatî û hikûmetên herêma Kurdistanê kirin.

Daxuyaniya hevpar

Di çalakiyê de li ser navê partiyan daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî ji hêla nûnerê Hizba Komunist a Kurdistanê Kurdo Emer ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye: “Dîsa li ber çavê hemû cîhanê gelê kurd tê qetilkirin. Herî dawî jî dewleta tirk li dijî gelê kurd û gelên Rojava êrîşên nerewa pêk tîne. Ev êrîş û siyasta dagirkeriyê xizmeta bi terorîstan û tundrewan dike. Metirsiya serîrakirina komên çeteyên DAIŞ’ê zêde dike. Her wiha li dijî nirxên mafên mirovan û peymanên navneteweyî ye. Ev temamiya raya giştî, NY û cîhanê eleqedar dike. Divê rêz ji serweriya xaka welatan re were girtin.”

Partiyên siyasî erîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk şermezar kirin û ev 4 xal pêşkeş kirin:

“* Ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê,  divê NY hewldanên xwe zêdetir bike û sînorekî ji van êrîşan re deyne.

* Li Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê ji bo kurd bi awayeke demokratîk jiyana xwe hilbijêrin divê  piştgiriya wan were kirin.

* Erka civaka navneteweyî û NY’ê ye li gorî peymana Komeleya Gelan û Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî li cîhanê parastina aramiyê bike û piştgiriya gelên zilm li wan tê kirin, bike.

*Parlamento, serokatiya herêma Kurdistanê û desteya wezîran, hewldanên xwe yên di asta rawestandina van êrîş û çareserkirina pirsgirêkên rojavayê Kurdistanê zêde bikin. Ger êrîş berdewam bikin, li Herêma Kurdistanê sînorekê ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê dane.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar