Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

HSD: Di 11’ê cotmehê de 118 leşker û çete hatin kuştin

HSD’ê bi daxuyaniyekê nivîskî bîlançoya şerê 11’ê cotmehê bi raya giştî re parve kir. HSD’ê da zanîn ku di encama şerê dijwar de 118 leşker û çeteyên dewleta tirk hatin kuştin. Her wiha HSD’ê destnîşan kir ku di pevçûnên rojekê de 23 şervanên wan jî şehîd bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî şer û pevçûnên di roja dawî ya di navbera hêzên wan û hêzên dagirker ên dewleta tirk û çetyeên wê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya bîlançoya 11’ê cotmehê ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSD’ê wiha ye:

GIRÊ SPÎ

* Di navbera Slûk û Girê Spî de şerên pir giran qewîmîn û dijmin bi tevahî teknîka xwe li ser herêmê dide şixulandin. Li gundên Til findir û Yabisê şer berdewame. Di encama şer de 11 çete hatin kuştin. Du hevalên me şehîd bûn û 5 hevalê me jî birîndar bûn.

SERÊKANIYÊ

* Di roja sêyemîn a berxwedanê de şervanên me ji bo şikandina dorpêça li ser navçeyê berxwedaneke mezin dikin.

* Di encama şerê dijwar ê li vê herêmê de nêzî 94 çete hatin kuştin û 80 birîndarên wan çêbûn. Her wiha li gundên Til Helef, El Ezîziyê, Til Erqem, Xirbet Benat, Til Xenzîr û Diwêrayê şer û pevçûn didomin.

* Di van şer û pevçûnan de 20 şervanên me şehîd bûn û 24 şervanên me ji birîndarbun.

* Di heman demê de wesayîteke dijmin a bi cureya BMB hate rûxandin û çeteyên di hundirê wê de hatin kuştin.

KOBANÊ

* Di encama êrîşa sekvanî ya şervanên me de leşkerek hate kuştin. Her wiha artêşa dagirker a tirk gundê Elî Şar topbaran kir. Di bersivdayîna şervanên me de leşkerek hate kuştin û qerqola dijmin bi cebilxaneya xwe ve hate rûxandin.

AMÛDÊ

* Di demê nîvro de bajarê Dirbêsiyê û Amûdê hate topbarankirin. Di encamê de hevalekê me şehîd bû û 2 endamên erka xweparastinê jî birîndar bûn. Li ser bersivdayîna şervanên me, qereqola sînor hat şewitandin û seyareya zirxî ya bi cureyê BMB hate rûxandin.

QAMIŞLO

* Êrîşên dijmin ên li ser sînorê bajar berdewamin û bi bersivdayîna şervanan ew êrîş hatine şikandin. Di heman demê de li gundê Sêgirkayê seyareyekê dijmin hat şewitandin û gelek ji wan jî hatin kuştin.

* Di encama êrîşa balefira keşfê ya li ser sînor de hemwelatiyên me yên sivîl şehîd û birîndar bûn.

* Li aliyê din bi êrîşên topbarana hawanan de, 6 şervan û gelek sivîl birîndar bûn.

* Li kêleka xwaringeha Omerî ya li navenda Qamişlo êrîşeke xwekujiyê pêk hat. Di encamê de şehîd û birîndar hene û gelek ziyanên maddî çêbun. Ev êrîş ji aliye çeteyên DAIŞ’ê ve hate kirin.

DÊRIK

* Artêşa tirk li Dêrîkê xwest sînor derbas bike. Di encama şer û pevçûnên li gundê Qesir Dîb de 6 leşker hatin kuştin û 23 leşker jî birîndar bûn. Di berdewamiya şerên dijwar de li gundê Delavê Kera seyareyeke leşkerî hat rûxandin û piştî wê jî gund hate topbarankirin.

* Di navbera şervanên me yên li gundê Carudiyê û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li qereqola gundê Babîla yê girêdayî Cizîra Botan de şerek dijwar bi çeken giran rûda.

*Duh di danê nîvroyê de qereqola li hemberî gundê Banûkiyê bû hedefa şervanên me û di encamê de qereqol hate şewitandin. Di çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin û 21 jî birîndar bun.

* Di dane êvarê de li beramberî gundê Dêrika Beravî şervanan noqteyeke dijmin û seyareyeke dijmin şewitandin.

* Di şerê roja 11’ ê cotmehê de artêşa dagirker a tirk li seranserî sînor bi hemû hêza xwe ya teknîkî, balefirên keşfe, balefirên şer û topbarana obûs, hawan û tangan de xeta sînor û bajar bi giranî armanc girt û hê jî digire.

* Di encama vê de berxwedanê de bi giştî 118 çeteyên dewleta tirk hatin kuştin û 90 çete jî birîndar bûn.

* Di temamiya êrîşan de bi giştî 23 şervanên me şehîd bûn û 37 ji birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar