Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Faşîst Feyzîoglu banga komkujiya sivîlan li artêşa tirk kir

Serokê TBB’ê Metîn Feyzîoglu ku weke mirovê Erdogan tê zanîn, di bernameyeke CNN’ê de bi awayekî vekirî banga komkujiyê kir. Faşîst Feyzîoglu wiha got: “Di rewşên ku sivîl weke mertalên zindî tên bikaranîn de dewlet mecbûr nîne ku sivîlan biparêze.”

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya bi serokatiya Erdogan, li dijî gelê kurd êrîşeke qirkirinê dike. Hemû destkeftiyên gelê kurd di hedefa vê rejîma qirker de ne û dixwazin ku bi êrîşên qirkirinê re gelê kurd tune bikin. Yek ji temsîliyêtên vê rejîma qirker jî serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Metîn Feyzîoglu ye. Feyzîoglu ku tev li bernameya ‘Hafta Sonu’ ya bi pêşkeşvaniya Hakan Çelîk a di CNN’ê de bûy, bi awayeke vekirî xwest ku li Rojava qirkirin bê kirin.

Feyzîoglu îdia kir ku şervanên HSD’ê gelê li rojavayê Kurdistanê ji bo xwe weke ‘mertalên zindî’ bi kar tîne û bi van gotinan banga komkujiyê li hêzên artêşa tirk a dagirker kir: “Di rewşên wiha yên ku sivîl weke mertalên zindî tên bikaranîn de, dewlet ne mecbûrin ku sivîlan biparêzin. Li gorî hiqûqa navneteweyî di rewşên wiha de ger ku rêxistineke çekdar sivîlan ji bo xwe weke mertal bi kar bîne, dewleta ku rastî êrîşê tê ne mecbûre ku sivîlan biparêze.”

Bertek nîşan dan

Li hemberî vê yekê jî parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Danişt Beştaş li ser twîtterê bertek nîşan da û wiha got: ‘Me dizanî ku tu ne hiqûqnasî lê me ne dizanî ku tu ewqas dixwazî sivîlan qetil bikî. Vaye em jê haydar bûn.”

Parêzer Mahsunî Karaman jî wiha bertek nîşan da: “Faşîst Feyzîoglu bi awayeke vekirî dibêje ku qadên sivîlan bombebaran bikin û komkujiyê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar