Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Li Ewropayê kurdistaniyan dagirkeriya tirk protesto kirin

Bi hezaran kesên li Swîsre, Almanya, Swêd, Îtalya, Avûstûrya û Fransayê daketin qadan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin

Li Ewropayê kurdistanî û dostên wan bi çalakiyên girseyî êrîşên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê şermezar dikin. Dagirkeriya dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi desteka DYA û Rûsyayê pêk hat, li her deverên cîhanê tê protestokirin.

Li paytexta Almanya Berlînê bi mîtîngekê dagirkeriya tirk a li Rojava hate şermezarkirin. Komên ciwanên enternasyonalîst û antî-faşîst ên Almanya pêşengtî ji çalakiyê re kirin. Bi deh hezaran kes tevlî meş û mîtîngê bûn.

Mîtîng li Hermannplatzê pêk hat. Ji tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê, ATÎK, Aveg-Kon û PARTÎZAN tevlî bûn û Endama Partiya Çep a Elman û endama Parlementoya Federal a Elmanya Evrîm HElîn Sommer, Rojnamevan-Dîrokzan Nîck Braûns, nûnerê CÎK’ê Mele Dawûd Ovseme, nûnerên sazî û partiyên siyasî yên kurd axivîn. Di axaftinên hatin kirin de dagirkerî û mêtingeriya tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin.

Li bajarê Freîburga Almanyayê 5 hezar kesî bi armanca protestokirina dagirkeriya ser Rojava bi ruhê serhildanê daketin qadan. Bi hezaran kes ên ku li meydana Alte Synagoge hatin ba hev, bi hilgirtina pankarta “Ji Rojava derkeve Tirkiye” heta navenda bazarê meşiya. Di meşê de Jin û zarokan pêşbendên spî ku rengê xwînê li ser bû liber kiribûn û bi sedan belavok hatin belavkirin.

Li bajarê Bremen a Almanyayê jî êrîş hate şermezarkirin. Bi hezaran kurdistanî li gel Nûnerê Ermenî Heiko, ser navê Platforma Varîlan a Bremen Barbara Heller, ser navê Cemxaneya Bremen Songul Arslan, nûnerê Freday Dur Futture (saziya têkoşîna dijî germahiya cîhanî) û parlementerên Die Linke ya Bremen’ê li ber Parlemena Bremenê çalakî lidar xistin. Di axavtinên hatin pêşkêş kirin de bal kêşane ser pêwîstiya lezgîn a pêkanîna yekîtiya netewî.

Êrîşên dagirkerî yê dewleta tirk a li ser Rojava bi xwepêşandanekî girseyî ku li bajarê Hamburg’a Elmanya çêbû hate şermezarkirin. Bi deh hezaran kes tevlî meşa ku li ber stasyona Sternchanze destpêkirî bûn. Di meşa ku kurdistanî, almanî û gelek kes ji netewe û rengên cuda tevlê bibûn de Parlementerê Partiya Çep a Eyaleta Hamburgê Cansû Ozdemîr û nûnerê Civaka Elevî Mahmut Erdem axivîn û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin.

Her wiha bi heman armancê li bajarên Saarbrucken, Freîburg, Kîel, Augsburg ya Almanyayê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Li Swîsreyê çalakiya ciwanên alternatîf

Çalakvanên ku li stasyona trenê ya bajarê Bellînzona ya Kantona Tessîn a Swîsreyê hatin ba hev bi meşekê dagirkeriya tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. Rêxistinên ciwanên alternatîf a Swîsre û nûnerên partiyên siyasî piştevanî dan çalakiyê. Daxwaza hate kirin ku divê dewleta Swîsre û Meclisa Kantona Tessînê li dijî êrîşên dagirkeriyê bibin xwedî helwest.

Bi hezaran kesên li Qada Pîazza Çastelloyê ya bajarê Torîno yê Îtalyayê kom bûn dagirkeriya li Rojava şermezar kirin. Komên mîna Askatasûna, Cabrîo, Arcî, Groppo, Abele, Ggîel, Notav û Fanans Fanos û Dayikên Aştiyê piştgirî dan çalakiyê. Her wiha li qada Pîazza Vîttorîa yê jî mîtîngek hate kirin.

Li Viyanayê meş û mîtîng

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi meş û mîtîngekê dagirkeriya tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. Di mîtîngê de Parlementerê Keskan Mîchel Reîmon, Wekîlê Parlementoya Ewropayê Andreas Schîeder, Nûnara Komeleya Jinan a Lîsa Evûstûrya Mary Kreûtzer, Nûnera Asyl in Not Mîchael Genner, Nûnera Goran a Evûstûrya Bana Saîd û nûnerê Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Evûstûrya (ATÎK) di çalakiyê de axivîn û êrîşên tirk ên dagirker şermezar kirin.

Her wiha li bajarê Graz ê Awûstûrya jî dagirkeriya tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. Hevserokê Civaka Azad a Ewûstûrya Halîs Sever axivî û got ku şoreşa Rojava şoreşa gelan e, li dijî vê êrîş tên kirin.

Li bajarê Nantes ê Fransayê jî kurdistanî û dostên wan li qadan bûn û bi meşekê heta ber Sefaretxaneya tirk dagirkerî protestokirin.

Li bajarê Goteborgê li ser bangewaziyê kurdistanî, rêxistin û partiyên swêdî daketin qadan li dagirkeriya tirk protesto kirin. Bi sedan kurdistanî û dostên wan ên swêdî yên li qada bajarê Vaxjoyê hatin ba hev êrîşên li ser Rojava protesto kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar