Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji Rêveberiya Xweser banga lezgîn

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY, YE, Yekitiya Ereban û hemû rêxistinên navneteweyî kir ku demildest êrîşa dewleta tirk a li dijî kampa Eyn Îsayê bidin sekinandin. Rêveberiya xweser da zanîn ku piştî topbaranê hinek malbatên DAIŞ’iyan reviyane û dibe ku ev yek rê li ber karesatên mezin veke

Dewleta tirk a dagirker ku dixwaze hemû DAIŞ’iyên li zindanên rojavayê Kurdistanê serbest bibin û ji bo vê jî bênavber girtîgehan topbaran dike, niha jî ji bo ku malbatên DAIŞ’iyan ji kampa derkevin  qadên ku kamp lê ne topbaran û bombebaran dike. Di danê vê sibehê de artêşa tirk derdora kampa Eyn Îsayê ku bi hezaran malbatên DAIŞ’î tê de ne bombebaran kir. Ji ber vê yekê jî gelek malbatên çeteyan ji kampê reviyan.

Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û banga lezgîn li raya giştî kir. Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

“Dewleta tirk kampa Eyn Îsa ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê tê de ne, topbaran û bombebaran dike. Di encama vê topbaranê de jî hinek malbatên DAIŞ’iyan ji kampê reviyan. Ji bo ku karesateke mirovî çênebe em bang li Meclisa Ewlekariyê, Koalîsyona Navdewletî ya Li Dijî DAIŞ’ê, Yekitiye Ereban, Yekitiya Ewropayê û tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku demildest bikevin nava liv û tevgerê. Ev hewldan dike ku rêxistina DAIŞ’ê careke din aktîf bibe.

Ji ber wê em bang li we dikin ku hûn bi berpirsyariya xwe rabin. Destwerdana lezgîn bikin da ku tu karesat çênebin. Ev karesat dê ne tenê bandore li Sûriyeyê bike lê heger rewş ji bin serweriya me derkeve, dê bandorê li we tevan bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar