Heyva Sor a Kurd diyar kir ku komên çete yên girêdayî dewleta tirk a dagirker 4 endamên wan ku berê xwe ji navçeya Eyn Îsa dida Girê Spî da ku bîrîndaran derman bikin, revandin
Heyva Sor a Kurd li ser malpera xwe ya tora civakî peyamek parve kir. Heyva Sor a Kurd da zanîn ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê 2 ambulansên wan desteser kirin û kadroyên tenduristiyê ku ji 4 endaman pêk dihatin jî revandin.
Heyva Sor a Kurd navên kadroyan aşkera nekirin. Her wiha Heyva Sor a Kurd daxuyand ku bi sedema bombebaran û topbarana dewleta tirk a dagirker a li ser kampa Eyn Îsayê, penaber jê revîn û hin ji wan jî malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne.