Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şêniyên Qamişloyê ji bo tev li berxwedanê bibin diçin Serêkaniyê

Bi sedan welatiyên Qamişloyê ji bo ku tev li berxwedana Serêkaniyê bibin berê xwe dan Serêkaniyê. Welatiyan da zanîn ku roj roja berxwedana li dijî faşîzma dewleta tirk e

Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji go ku rojavayê Kurdistanê dagir bikin êrîşêke qirkirinê dikin. Bi taybet jî ji bo ku herêmên Firat û Cizîrê ji hev veqetînin û piştre jî parçe bi parçe temamiya rojavayê Kurdistanê bikin, êrîşên herî dijwar li ser Serêkaniyê û Girê Spî dikin. Li hemberî van dagirkerên hov jî şervanên HSD’ê û gelên Rojava berxwedanekê destanî nîşan didin. Piştgiriya gel a bi şervanan re jî her ku diçe mezintir dibe.

Di vê çarçoveyê de ji bo desteka bi berxwedêrên li Serêkaniyê re, bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê berê xwe dan Serêkaniyê. Şêniyên ku ji pêkhateyên kurd, ereb, suryan û ermenan pêk tên diyar kirin ku îro roja berxwedana li dijî êrîşa dewleta tirk e ku hewl dide îradeya gelê azad ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikîne.

Şêniyên ku berê xwe dan Serêkaniyê bi dirûşman berxwedana şervanan silav kir. Şêniyan da zanîn ku bajarê Serêkaniyê bi xwîna şehîdan hatiye avdan, ew şehîd sembol û roniyê jiyana her kesekî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar