Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) diyar kirin ku ew amade ne Rojavayê Kurdistanê biparêzin
Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî berxwedana gelê Rojava ya li dijî hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. YRK’ê da zanîn ku êrîşên li dijî rojavayê Kurdistanê domandina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
YRK’ê di berdewama daxuyaniyê de jî da zanîn ku ew weke YRK’ê amade ne rojavayê Kurdistanê bi parêzin û piştgiriya xwe ya bi şervanên HSD, YPG û YPJ’ê re anî ziman.
Bi domdarî jî YRK’ê wiha got: “Berxwedana bi şeref a gelên Rojava û Bakurê Rojhilatê Suriyeyê, ji bo parastina hemû gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîne. Ev şer şerê hemû kurdan, dostên kurd û azadîxwazane. Ji bo ku em di vê qonaxa serkeftinê de hemû bi hev re serbikevin, em bang li hemû jin û ciwanên Rojhilata Navîn, gelên Îranê û kesên dixwazin çek hilgirin û şer bikin dikin da ku tev li nava rêfên HSD, YPG û YPJ û gerîlayan bibin.”