Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD: Di şerê 12’ê cotmehê de 87 dagirker hatin kuştin

HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û hêzên dagirker ên di 12’ê cotmehê de parve kir. HSD’ê da zanîn ku di encama şer û pevçûnan de 87 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî bîlançoya şer û pevçûnên di 12’ê cotmehê daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSD’ê wiha ye:

SERÊKANIYÊ

“* Ji seetên sibehê ve artêşa dagirker bi alîkariya balefir û topan êrîşî Zorava û taxa Sina’a kir. Di dibistana destpêka bajar de şer derket û bi bersivdayîna şervanên me ew êrîş hate şikandin.

* Hewldana artêşa dagirker a ketina taxê rojavayê bajar û qutkirina rêya Til Temirê hate şikandin.

* Herwiha li seransê bajar giştî bi topan û balefirên şer li êrîş pêk tên. Di encama şer de 78 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin û 29 birîndar bûn, 7 BMB û 2 wesayîtên doçkayê jî hatin rûxandin.

* Di van pevçûnan de 22 şervanên me şehîd bûn û 34 şervan jî birîndar bûn.

AMÛDÊ

* Artêşa dagirker bajarê Dirbêsiyê topbaran kir. Şer di navbera şervanên me û çeteyan de çê bû û di encamê de 5 çeteyên dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

QAMIŞLO

* Di roja 4’em de seranserê bajar hate topbarankirin. Di encama êrîşan de li parka gel sîvîlek şehîd bû.

DÊRIK

* Di encama bersivdayîna hevalên me de li gundê Babîlê sîlaheke giran hate rûxandin. Herwiha di encama êrîşên artêşa dagirker de sîvîlek şehîd bû.

HESEKÊ

* Hewildanên şaneyên veşartî bi êrîşa dagirkeriyê re zêdebûn û wesayîtekê bombebarkirî li kêleka deriye girtîgeha çeteyên DAIŞ’ê ya li taxa Xuwêranê hate teqandin.

KOBANÊ

* Li ser êrîşeke ji baregeheke dijmin, şervanên me bi çalakiyekê baregeha li hemberî Qultepe rûxandin. Li gundê Recm El Hîlwa şervaneke me birîndar bû.

GIRÊ SPÎ

* 2 gund ji dagirkeriya çeteyan hate rizgarkirin. Di heman demê de bê navber bi hevkariya balefirên keşfê, top û balefirên şer navenda bajar û derdora wê bi giştî tê bombebaran kirin. Şer û pevçûn li seranserî bajar berdewame.

* Di 11’ê mehê de 6 hevrêyên me di encama êrîşeke hewayî de şehîd bûn.

* Çeteyan li ser rêya navdewletî Hevrîn Xelef û hevaleke wê şehîd xistin. Li ser bersivdayîna hêzên me herêm ji çeteyan hate paqijkirin.

*Herwiha li her du aliyên bajar, di çalakiyên hêzên me de 3 çete, di encama çalakiyeke sekvanî de jî leşkerek hatin kuştin.

*Di encama êrîşa hewayî ya li ser Mebrûkayê de 3 endamên asayîşê şehîd bûn, endamek birîndar bû û bi 3 endamên din re jî pêwendiya me qut bû. Dîsa di encama êrîşa hewayî de endamekê asayîşê şehîd bû.

Bi giştî di şerê berxwedanê de 87 çete hatin kuştin û 32 çete jî birîndar bûn. Her wiha 31 şervanên me şehîd bûn û 36 şervan jî birîndar bûn. Di heman demê de 4 sîvîlên ku Hevrîn Xelef jî di nav de ye, şehîd bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar