PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Malbata rojnameger Kadrî Bagdu edaletê dixwaze

Ligel îtîrafên Servet Koç ê DAIŞ’î jî, kuştina rojnameger Kadrî Bagdu ev 5 sal in nayê zelalkirin. Malbata Bagdu ya ku ji bo faîl bên dîtin û darizandin bi salane têkoşîna hiqûqê didin tekane daxwaza wan edalet e

Li Taxa Ova ya Navçeya Seyhana Edeneyê di 14’ê cotmeha 2014’an de belavkarê rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin Kadrî Bagdu dema li ser duçerxê rojname belav dikirin ji aliyê DAIŞ’iyan ve hat qetilkirin û DAIŞ’ê cînayeta Bagdu girt ser xwe. Di ser qetilkirina Bagdu re 5 sal derbas bû. Ligel ku DAIŞ’ê qebûl kir ku wan Bagdu kuştine ev 5 sal in cînayeta wî nayê zelal kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê lêpirsîn da destpêkirin, lê bûyerê weke “Bûyerek terorî nîne, bûyerek edlî ye” nirxand û bi biryara “lêgerîna daîmî” dosyeyê ji kiryar ne diyar re berda. Malbata Bagdu ji bo ku faîl bên dîtin û darizandin bi salane têkoşîna hiqûqê didin. Tekane daxwaza malbatê bi cih anîna edaletê ye.

Di dosyeya xwedî dîmen û nivîs de cînayet ji aliyê kî û çawa pêk hatiye tê vegotin. Servet Koç li ser facebookê sê dîmenên xwe yên bi deng ji kurê Bagdu Ferhat Bagdu re şandibû û wiha li xwe mikûr tê: “Vê bûyerê pêk bînin. Berpirsê mezin yê yekemîn Murat Bulanik e, yê didoyan Bariş Tekçe ye. Pişt re jî ez, Taner, Coşkun Yalçin e.”

Koç li gel kuştina Bagdu behsa kuştina Yusuf Gulderen û Ahmet Albay yên li Edeneyê hatibûn kuştin dike. Koç dibêje lîsteya înfazê “Murat Bulanik amade kir.” Di vê lîsteyê de kurê Kadrî Bagdu, Ferhat Bagdu, keça wî Mizgîn Bagdu û xizmê Bagdu Temel Bagdu yê xwediyê qaweyê têde heye.

Serdozgeriya  Komarê ya Kadirlî, li ser îtîrafên Koç ê DAIŞ’î û serlêdanên bi israr ên malbata Bagdu di gulana 2018’an de lêpirsînek cuda vekir û di çarçoveyê vê lêpirsînê îfadeyên hin kesan girtin. Dozger navê DAIŞ’iyên di îtîrafên Koç de derbas dibûn weke kesên “Xwedî agahî” îfadeyên wan girtin û dûre serbest berdan.

Evîndarê rojnameyê bû

Hevjîna Bagdu ya ev 5 sal in têkoşîna hiqûq û edaletê dide Şemsa Bagdu diyar kir ku êşa wan hîna weke duh pir germ û teze ye. Bagdu da zanîn ku hevjînê wê evîndarê rojnameyê bû û wiha axivî: “Hevjînê min 16 salan bi şev û roj, bêyî ku behsa baran, herî, gerim û serbûnê bike bi eşqeek mezin rojname belav dikirin. Hevjînê min pir dihat heskirin. Lê di roja 14’ê cotmeha 2014’an reş li me girêdan û hevjînê min bi 6 guleyan qetilkirin.”

Bagdu da zanîn ku hevjînê wê gundê ku rojname ne diçûyê, rojname dibir wir û wiha got: “Dema rojname digirt mîna zarokan keyfxweş dibû. Em edaletê dixwazin. Di destê hevjînê min de tenê rojnameya kurd hebû û rojnamegerekê kurd bû. Ji ber vê hat qetilkirin. Em tenê dixwazin xwîna wî li erdê nemîne, faîlên wî bên girtin û darizandin. Lê em baş dizanîn ku dewlet naxwaze faîlan bigire û bidarizîne.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar