Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Rojnameger Çaksu: Komkujî bi hevkariya hêzên koalîsyonê hate kirin

Rojnameger Ersîn Çaksu ku di êrîşa dewleta tirka li Serêkaniyê de birîndar bû diyar kir ku konvoya sivîlan ji Hesekê heta Til Temirê ji hêla balafirên koalîsyonê ve dihatin şopandin û komkujiya li Serêkaniyê bi hevkariya hêzên koalîsyonê pêk hatiye

Dewleta tirk a dagirker îro konvoya welatiyên sivîl ku di navde rojnameger jî hebûn, li Serêkaniyê bi balafirên şer hedef girtin. Di encama erîşê de di nav de nûçegihanê ANHA’yê Seed Ehmed jî, 11 welatiyên sivîl hatin qetilkirin û di nav de 3 jê rojnameger bi giştî 74 sivîl jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê nûçegihanê ANF’ê Ersîn Çaksu axivî û ev agahiyên balkêş dan: “Konvoya sivîlan îro saet di 15.40’an de li Serêkaniyê ji hêla balafirên şer ên dewleta tirk ve hate bombebarankirin. Di encamê de 11 sivîl şehîd bûn û 74 sivîl jî birîndar bûn. Di êrîşê de hevalê me yê rojnameger Seed Ehmed ku nûçegihanê ANHA’yê bû jî jiyana xwe ji dest da û gelek hevalên rojnameger jî birîndar bûn.”

Bi berdewamî jî rojnameger Çaksu ev agahî parve kirin: “Di nav de jin û zarok jî, gelek sivîl ji bo ku xwedî li berxwedana li Serêkaniyê ya li dijî dagirkeriyê derkevin, berê xwe dan Serêkaniyê. Hemû kesî dizanî ku konvoy a sivîlan e. Lê agahiyeke din a pir girîng heye. Di heman demê de li Hesekê û Til Temirê jî liv û tevgera balafirên keşfê ya koalîsyonê hebû. Ev jî nîşan dide ku dewleta tirk û hêzên koalîsyonê hevkarin. Malbatên şervanên ku hemû cîhan ji wehşeta DAIŞ’ê rizgar kirin îro li vir hatin qetilkirin. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Fransa, Almanya, Amerîka û Ingilistanê komkujî pêk anîn ji hêla şervanên HSD’ê ve hatin têkbirin. Lê îro di encama hevkariya wan dewletan, dewleta tirk malbatên wan şervanan li vir qetil kirin.” SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar