HDP’iyan xwestin li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber Avahiya Bajêr daxuyanî bidin çapemeniyê lê polîsan destûr nedan ku HDP’î derkevin derve
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, xwest li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber avahiya partiyê daxuyanî bidin çapemeniyê. Daxuyanî wê saet 11.30’an de bihatiba dayîn. Polîsan berî daxuyaniyê pêşiya avahiya partiyê girtin û destûr nedan ku kes derbikeve derve. Polîsên ku biryara qedexeya walîtiyê weke hincet nîşan dan, destûr nedan ku partiyî derkevin derve. AMED