Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

PKK: Em hestiyariya partiyên Başûr a ji bo Konferansa Neteweyî silav dikin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê civîna 14 partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê û banga ji bo lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê silav kir. PKK’ê weke gavekî gelek girîng nirxand û da zanîn ku ji bo li dar xistina konferansê çi ji destê wan bê, amade ne ku pêk bînin

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî bangawaziyên ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de PKK’ê destnîşan kir ku bi lezgînî hewceyî bi lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê heye.

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha ye:

“Li Rojhilata Navîn niha Şerê Dinyayê yê Sêyemîn diqewime. Di Şerê Dinyayê yê Yekemîn de Kurdistan kiribûn çar parçe, li dijî gelê kurd polîtîkayên qirkirinê hatibûn meşandin. Dewleta tirk serkêşî ji van polîtîkayên qirkirinê re kiribû. Niha jî dewleta tirk serkêşiyê ji dijminatiya li kurdan re dike, li her deverê êrîşî destkeftî û têkoşîna jiyana demokratîk û azad a gelê kurd dike. Êrîşa li dijî Rojava jî êrîşa li dijî jiyana demokratîk û azad a kurdane. Êrîşa li dijî hebûna kurdane. Ji ber vê yekê dijminatiyê li her tiştên ku kurdan xurt dikin, dike.

Rîska tunebûna derfetan

Hevsengiyên siyasî yên Rojhilata Navîn ên li ser qirkirin û parçekirina kurdan a di çaryeka destpêkê ya sedsala 20’an de hatin afirandin û statukoya ku di çarçoveya van hevsengiyan de ava bû ji hev belav bûye. Ev yek jî firsend û derfetan dide kurdan ku di nava sîstema qirker a sedsala 20’an de ne. Lê belê ji ber ku kurd nekarîn bibin yek û hêzên mêtinger ji vê rewşa parçebûyî ya kurdan sûdê werdigirin, li gel firsend û derfetan her wiha metirsî jî zêde bûne. Ev yek jî rîskeke welê diafirîne ku firsendên sed salî carekê dikevin destê kurdan ji dest bên revandin.

‘Ger rewşa parçeybûyî ji holê ranebe dê kurd bedelên giran bidin’

Rewşa dawî ya siyasî ya salên dawî bi rengekî aşkera raxistiye pêş çavan ku kurd nebin yek û têkoşîneke hevpar nemeşînin, bidestxistina destkeftiyên nû li aliyekî, yên heyî jî dê ji dest bidin. Destkeftiyên kurdan bi ast û hêza têkoşîna li hemû parçeyan, her wiha bi yekitiya neteweyî dikarin bên parastin. Lewma bi rengekî lezgîn pêwîstî pê heye ku hêzên siyasî, partî, civaka demokratîk a rêxistinbûyî, rewşenbîr, hunermendên kurd hemû li hev kom bibin û Konferansa Neteweyî pêk bînin. Ger konferanseke bi vî rengî bê derengxistin û pirsgirêkên navbera hêzên siyasî ji holê neyên rakirin, rewşa parçebûyî dê bibe sedem ku gelê kurd berdêlên gelekî giran bide û sererastkirina vê jî dê gelek zehmet be.

‘Em civîna 14 partiyên Başûr pir girîng dibînin’

Gelekî girînge ku heman piştî êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Rojava 14 partî û tevgerên siyasî yên li başûrê Kurdistanê li hev kom bûn. Di vê kombûnê de nûnerên partiyên siyasî hemûyan xwestin ku civîneke neteweyî pêk were, komxebateke neteweyî pêk were û bi vî rengî êrîşên li dijî kurdan, metirsiyên heyî bên nirxandin û helwesteke hevpar bê nîşandan. Em vê kombûnê û daxuyaniyan gelekî girîng dibînin. Daxuyaniyên partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê û rêveberiya federasyonê yên vê demê, ji bo gelê me bûye moral. Dê gelekî girîng be ku nûnerên birêz ên di civînê de ji bo kombûna neteweyî bang kirin li hev kom bibin, civîn an jî komxebateke neteweyî pêk bînin. Em dixwazin bêjin ku kî vî karî bike bila bike, ji bo me gelekî girînge û em ê piştevaniya vî karî bikin.

Konferansa Neteweyî

Ev komxebat dikare mijarên lezgîn nîqaş bike û hin biryaran werbigire, helwesteke hevpar nîşan bide. Lê belê pirsgirêkên ku kurd pê re rû bi rû ne pirsgirêkên demdirêj û giranin. Ji ber vê yekê li gel nîqaşkirina pirsgirêkên rojane û peydakirina çareseriyan, her wiha Konferanseke Neteweyî jî dikare bê nîqaşkirin û komîteya amadekar dikare bê avakirin. Em ji niha ve radigihînin ku em ê piştevaniya vî karê siyasetmedarên hêja yên di civîna 14 partiyên siyasî de li hev kom bûn û xwestin civîn an jî komxebata neteweyî bê kirin, dikin. Em bang li saziyên demokratîk ên kurdan û raya giştî ya kurdan jî dikin ku piştevaniya vî karî bikin.

‘Ji bo dîroka Kurdistanê gavekî gelek girîng e’

Di demeke wiha de ku derfetên bidestxistina destkeftiyên mezin gelek in, her wiha metirsî jî hene. Lewma gelekî girînge ku partiyên siyasî û saziyên demokratîk, mirovên bi aqil li hev kom bibin û dest bi karê Konferansa Neteweyî bikin û bikin ku di demeke kurt de konferansek pêk were. Ev yek dê ji bo dîroka gelê kurd gelekî girîng be. Ji ber berpirsyariya xwe ya li pêşberî berjewendiyên neteweyî yên gelê kurd em nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan didin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn diqewime û rewşa siyasî ya di nava vî şerî de afiriye fikarên me zêde kiriye. Gelek rewşenbîr, nivîskar û tevgerên siyasî yên kurd û siyasetmedarên xwedî wijdan van fikaran dibînin.

‘Em hestiyariya partiyên Başûr silav dikin’

Em hêvî dikin ku banga 14 partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê û hestên wan ên neteweyî dê bi rengekî erênî bersiva xwe bibînin. Bi vê daxwazê em soz didin ku em ê bi her rengî berpirsyariya xwe pêk bînin. Berpirsyariya hemû hêzên siyasî ye ku metirsiyên li dijî gelê kurd bibînin û Konferansa Neteweyî pêk bînin ku hesreta gelê kurde. Di vê çarçoveyê de em hestiyariya partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê hemûyan a li pêşberî êrîşên li dijî Rojava teqdîr dikin, silav dikin û di karê wan de serkeftinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar