Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji girtiyên PKK û PAJK’ê peyama piştgiriyê

Girtiyên PKK û PAJK’ê bi daxuyaniyekê li ser êrîşên dagirkeriya dewleta tirk gotin ku dewleta tirk hebûna xwe li ser tunekirin kurdan ava kiriye û diyar kirin ku ew mafdar in dê bi ser bikevin

Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî êrîşên dagirker ên dewleta tirk ji 9’ê cotmehê ve li ser rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin, dan û diyar kirin ku ew mafdar in dê bi ser bikevin.

Girtiyên ku banga berxwedana giştî kirin, diyar kirin tu teknîk, tu artêş nikare bi berxwedana rêxistinî ya yekbûyî ya gelan û wiha gotin: “Divê gelê kurd fêhm bike tenê bi yekitî, bi berxwedana giştî dikare hebûna xwe, rûmeta xwe biparêze û li gorî vê bibe xwedî helwest.”

Di daxuyaniyê de girtiyan bal kişandin ser dîroka destpêkirina êrîşên dagirker û destnîşan kirin ku Komploya Navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû, hêj didome.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Bi van êrîşen dagirker dewleta TC bi rengekî zelal nîşan dide ku dê li her derê cîhanê hebûna gelê kurd, her cure destkeftiyên wê û statûya wê mîna dijmin bibîne, radigihîne ku hebûna xwe li ser tunekirina Kurdan ava dike. Di serî de gelê Bakur, hemû kurd divê vê rewşê bibînin, rastiya îmhaya neteweyî ya pê re hevrû ne fêhm bikin û bibin xwedî helwest. Xafilbûnek e ku mirov li mala xwe rûne û li bendê be hinek din şer bikin, li bendê bin ku berevaniyê li kurdan bikin. Mirov şer tenê mîna li dijî Rojava bibîne, têkiliya wê ya bi dahatuya xwe re nebîne korbûn e. Di rewşeke wiha de ku li ser gelê kurd êrîşên îmhayê hene, jiyana bi fikra ku bêyî xwe têxe bin bar, rawesta li ser vê, teslîmbûna li ber destê pergalê ye. Kurd divê fêhm bikin ku bi yekitî, berxwedaniyeke giştî dikarin hebûna xwe, rûmeta xwe biparêzin û li gorî vê divê bibin xwedî helwest.”

Girtiyên PKK û PAJK’ê dan zanîn ku tu teknîk tu artêş nikare berxwedana rêxistinî ya gelen yekbûyî têk bibin û ev tişt diyar kirin: “Rojava bi hezaran caran ev çespandiye. Em bang li hemû gelê kurd û hêzên kurdistanî dikin yekitiya xwe ya neteweyî ya demokratîk pêk bînin, bang li gelên Rojhilata Navîn ên çewisandî, nexasim bang li gelên Tirkiyeyê dikin li dijî vî şerî derkevin ku tu sûda wan jê tuneye, bang li mirovahiya cîhanê dikin ku li rûmeta mirovahiyê xwedî derkevin. Em girtiyên PKK û PAJK’ê çawa ku duh bi her tiştê xwe em li cem gelên xwe bûn, niha jî em ê li cem gelê xwe bin û fedaiyên gelên xwe bin. 1998’an çawa ku komploya navdewletî bi helwesta ji agir a Halît Oral, Kurdî û Rotîndayan paş ve çû, niha jî bi yekitiya vîna şoreşger a gelan, bi berxwedana giştî dikare were têkbirin. Em gel û yên çewisandî ji her demê xurtir û bîrewertir in. Em mafdar in û em ê bi ser bikevin.”

Her wiha girtiyan herî dawî gotin ku li gorî geşedanan dê helwesta xwe geş û gur bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar