Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şervanên li Serêkaniyê: Moralê me bilind e

Fermandar û şervanên li Serêkaniyê da zanîn ku îdiayên dewleta tirk ku dibêjin ‘Serêkaniyê di kontrola me de ye’ derew e. Şervanan diyar kir ku wan hemû êrîşên dijminan şikandine û Serêkaniyê bi temamî di bin kontrola wan de ye

Li bajarê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê li dijî hêzên dagirker û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî heye. Li hemberî artêşa tirk a dagirker ku duyemîn mezintirîn hêza NATO’yê ye û xwedî hêzeke mezin ê teknîka NATO’yê ye, gelê Serêkaniyê bi derfetên pir biçûk li ber xwe didin û destûrê nadin ku dagirker bikevin Serêkaniyê. Dewleta tirk a ku derbên mirinê dixwe, di çarçoveya şerê taybet de propagandaya ‘navenda bajêr a Serêkaniyê hatiye bidestxistin’ dikin. Li ser vê yekê jî rojnameger Ersîn Çaksu û Rûken Cemal bi fermandar û şervanên HSD’ê yên li Serêkaniyê re axivîn.

Têkildarî mijarê şervana YPJ’ê a bi navê Nûdem a li eniya Til Xelefê dibêje ku ev 5 roj in ew li wir in û ev tişt anî ziman: “Êrîşê tînin lê êrîşên wan tu caran em neşikandine. Ji ber ku em xwedî vîneke qeyîm in. Serêkaniyê di dest me de ye, berxwedana hevalên me didome. Tu tiştek nikare moralê me xirab bike. Em bi raman û felsefeya Rêbertiya xwe, xwe xurt dikin. Vîna me xurt e, moralê me zehf baş e. Moralên hevalên me jî zaf baş e û şer bi moral didome.”

Duh şerekî giran hebû

Ji fermandaran Sîdar Qamişlo jî diyar kir ku duh êrîşeke gelek giran hebû û hûrgiliyên berxwedanê wiha parve kir: “Saet di 10.00’an dest pê kir û em ketin nav xelekê. Balafirên şer jî bi ser me de bombe dibarandin. 7-8 hevalên me birîndar bûn. Em tenê 4 heval saxlem man. Ji sibehê heta 02.00’an em di nav xelekê de man. Ji bo ku em hevalên xwe yên birîndar xelas bikin û ewlehiya wan bi cih bînin me ji xwe xelekê derxist. Piştre jî me dîsa operasyon da destpêkirin û cihên ku hatine dagirkirin kontrol kir.”

Banga ji bo gelê kurd

Di berdewamê de jî Qamişlo anî ziman ku Serêkaniyê di kontrola wan de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Moralê me zehf baş e. Ji ber ku serfirazî ya me ye. Me serfirazî daniye ber xwe û têkçûnê qebûl nakin. Şervanên me yên HSD’ê bi coşeke mezin tev li nav operasyona Serêkaniyê dibin. Divê hemû kurd rabin ser pêyan û li dijî êrîşên dewleta tirk a faşîst û êrîşên Erdogan rawestin. Tu kesek, çi kesê ku ji xwe re dibêje ez kurd im divê rabe ser pêyan. Ev şer ji bo kurdan şerê man û nemanê ye.” SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar