Bi dehan şêniyên bajarê Minbicê ji bo welatiyên di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk de birîndar bûne, li nexweşxaneyan xwîn dan
Di encama êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê bi dehan sivîl hatin qetilkirin û bi sedan welatî jî birîndar bûn. Ji ber welatiyên birîndar ên li nexweşxaneyên Rojava tên dermankirin, gelek caran banga xwîndayînê hate kirin.
Li ser vê yekê jî li Minbicê kampanyaya xwîndayînê hate destpêkirin. Bi desptêkirina kampanyayê re jî gelek welatiyan berê xwe dan Nexweşxaya Firat a Minbicê û xwîn dan.
Hemleya xwîndayîn didome. MINBIC