Jinên başûrê Kurdistanê yên di nava aliyên siyasî û rêxistinan de biryar dan ku ji bo Berxwedana Rûmetê rêze çalakiyan lidar bixin
Çalakvanên jin ên siyasî, li avahiya Kongreya Star a bajarê Silêmaniyê, li ser êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a ser bakur û rojhilatê Suriyeyê civiyan. Di civînê de jinên Tevgera Goran, YNK, jinên rojhilatê Kurdistan, Tevgera Azad û kesayetên jin amade bûn.
Jinan di civînê de biryar dan ku ji bo rojavayê Kurdistanê dest bi çalakiyan bikin. Bi vê boneyê biryar hat girtin ku sibe li ber derê Baxê Giştî di saet 16:30’an de yekem çalakiya xwe lidar bixin.
Bi heman armancê jinan biryar dan ku di 17’ê cotmehê de jî li Silêmaniyê çalakiyek lidar bixin.
Her wiha jinan biryar girtin ku ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk a ser rojavayê Kurdistanê îmzeyan kom bikin. SILÊMANÎ