Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kampanyaya piştgiriyê ji bo Rojava hate ragihandin

Bi pêşengtiya komek ji aktivîst, rojnamevan û endamên aliyên siyasî yên Başûr kampanyek piştgiriyê ji bo berxwedana Rojava hate ragihandin

Di saetên êvarê de li Polîtbûroya Hizba Şue ya Kurdistanê ya li Hewlêrê têkildarî rewşa rojavayê Kurdistanê û danîna bernameyek ji bo çalakiyan li Hewlêrê, civînek hate lidarxistin. Di civînê de aktivîst, rojnamevan û endamên aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê amade bûn.

Piştî civîna aliyan ji bo piştgirîdayîna berxwedana Rojavayê kampanya hat ragihandin.

Yek ji amadekarên kampanyayê Ferman Reşîd têkildarî kampanyayê axivî û wiha got: “Îro wek çalakvan û kesayetên cûda yên bajarê Hewlêrê me civînek lidar xist. Di civînê de me biryar girt ku kampanyek ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê ku dê têde çalakiyên cûda cûda li xwe bigire di rojên pêş de li Hewlêrê werin lidarxistin.”

Ferman Reşîd da zanîn ku wê di nava çalakiyên wan de çalakiyên hunerî, kombûn, xwepêşandan, serdana hêzên siyasî û konsolosxaneyên welatan hebin û ev tişt anî ziman: “Em hewl didin bi van çalakiyên sivîl zextê li ser hikûmeta Herêma Kurdistan bikin da ku helwestek cidî li dijî van kiryarên dewleta tirk nîşan bide û sînorek li pêşiya liv û tevgera artêşa tirk a li Başûr dayne.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar