Wezaretên karên derve yên Komara Çek û Îtalyayê bi daxuyaniyên cuda destnîşan kirin ku ji ber êrîşên dewleta tirk ên li dijî bakurê Sûriyeyê, peymanên firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê taloq dikin
Êrîşa dewleta tirk a li dijî rojavayê Kurdistanê li seranserî cîhanê rastî bertekên tund tê. Li hêlekê ji bo gelê kurd û berxwedana wan hezkirin û piştgiriyeke pir mezin pêş dikeve û li hêla din jî li hemberî dewleta tirk bertekeke pir mezin heye. Hem di asta gelan û hem jî di asta dewletan de ev bertek vediguherin gavên pratîkî.
Di vê çarçoveyê de roj bi roj dewletên ku peymanên firotina çekan bi dewleta tirk re didin sekinandin zêde dibin. Piştî Norweç, Hollanda, Almanya, Fransa û Fînlandiyayê, niha jî Komara Çek û Îtalyayê bi peyamên cuda re ragihandin ku peymanên xwe yên firotina çekan a bi dewleta tirk re didin sekinandin.
Peyama Hamacek
Têkildarî mijarê wezîrê Karên Hundir ê Komar Çekê Jan Hamacek li ser hesabê xwe ya twîtterê peyamek parve kir û wiha got: “Welatê me tev li dewletên Yekitiya Ewropayê (YE) dibe. Komara Çek yekser ruxseta firotina cebilxaneyê ji dewleta tirk re taloq dike.”
Biryara Îtalyayê
Di heman demê de wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Luîgî De Mayo jî dema ku tev li civîna wezîrên karên derve yên Ewropayê bû daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman: “Hikûmeta me dê di saetên pêş de ji bo rawestandina firotina çekan a ji Tirkiyeyê re biryarekê derxîne. Tevahiya dewletên endamên YE’yê bi rawestandina çekan ji dewleta tirk re dilsoz in.”