Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Guşarên destpêkê yên Trûmp ên li dijî dewleta tirk

Gavên destpêkê yên guşaran ê Trump a li dijî êrîşa dewleta tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate ragihandin. Li gorî vê dê peymana bazirganiyê ya 100 milyar dolar a li gel Tirkiyeyê rawestand, weke gava ewil baca ji sedî 50 ya li ser çelîk a Tirkiye dikire dîsa xiste meriyetê

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp peymana bazirganiyê ya 100 milyar dolar a li gel Tirkiyeyê rawestand, weke gava ewil baca ji sedî 50 ya li ser çelîk a Tirkiye dikire dîsa xiste meriyetê.

Dîsa Trûmp ragihand ku dê biryarnameya guşarên li ser rêveberên hikûmeta tirk a niha û berê îmze bike. Daxuyaniya Trump wiha ye:

“Di demeke nêzîk de ez ê têkildarî rêveberên hikûmeta tirk ên niha û berê, her wiha kesên ku destekê didin xebatên nearamkirinê yên Tirkiyeyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, biryarnameyekê îmze bikim.

Divê Tirkiye destkeftiyên me yên li dijî DAIŞ’ê bi dest xistine nexe talûkeyê. Divê Tirkiye kêmenetew, ol û sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze. Qetilkirina sivîlan, êrîşên li ser binesazî, hedefkirina ol û kêmeneteweyan nayê qebûl kirin.

Leşkerên Tirkiyeyê jiyana sivîlan û aştiya herêmî, ewlekarî û aramiya herêmê dixe talûkeyê. Min ev vekirî ji serokkomar Erdogan re got; ‘Tevgera Tirkiyeyê rê li ber krîzên mirovî û zemînê sûcên şer vedike.’ Divê Tirkiye kêmenetew jî di nav de ewlekariya sivîlan pêk bîne. Niha dibe û siberojê dibe divê Tirkiye ji terorîstên DAIŞ’ê yên li herêmê bên girtin berpirsyar be. Mixabin dagirkeriya Tirkiyeyê bandorên li ser mirovan kêm nabin.

Dê hejmareke kêm a leşkerên DYA’yê ji bo ku bermahiyên DAIŞ’ê têk bibe, dê li baregeha AT Tanf a dikeve başûrê Sûriyeyê bimînin. Ger lîderên Tirkiyeyê rê li ber xeteriyên mezin veke, ez amade me ku aboriya Tirkiyeyê tarûmar bikim.” WASHÎNGTON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar