Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

‘Dagirker nikarin bi me’

Yek ji rojnamgerê ku di 13’yê cotmehê de ji ber êrîşa balafirên şer ên artêşa tirk a li Serêkaniyê birîndar bûbû Mehmet Ekîncî ye. Têkildarî bûyerê Ekîncî axivî û diyar kir ku dagirker nikarin bi wan

Balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker 13’yê Cotmehê saet 15:40’î bombe li konvoya sivîlan a ji herêma Cizîrê berê xwe didan Serêkaniyê barandin. Di encama bomberandina nûçegîhanê Ajansa ANHA’yê Seed Ehmed û nûçegîhanê Çira TV’yê Mihemed Hiso Reşo têde 12 kes şehîd û 73 kes jî birîndar bûbûn. Di nav kesên ku birîndar bûbûne de nûçegihanê ANF’ê Ersîn Çaksû, nûçegihana Stêrk TV Emel Yûnis, nûçegihanê Nort Press Dilsoz Dildar, rojnameger Bîrcan Yildiz, Rojbîn Ekîn, Abbreşîd Mihemd Mihemed, nûçegihanê Rûdawê Huner Ehmed û nûçegihanê ANHA’yê Mehmet Ekîncî jî hene.

Têkildarî bombardimana dewleta tirk nûçegihanê ANHA’yê Mehmet Ekîncî yê birîndar bibû ji ANF’ê re axivî.

Ekîncî diyar kir ku ew 5 roj bûn ku berxwedan dişopandin û destnîşan kir ku li gel êrîşên dijwar ên li herêmê berxwedaneke bi heybet hebû û wiha got: “Wê rojê em ji bo welatiyên ji bo xwedî li gelê Serêkaniyê û şervanên HSD’ê derbikevin û silav bikin bibînin li wir bûn. Dema konvoy di navbera saet 15:00-16:00’an de gihiştibû bajar, balafirên şer bombe li sivîlan barand.”

Ekîncî anî ziman ku armanca dewleta tirk a dagireker ew e ku bi qetlîam, qirkirinê dixwazin xwediyê herêmê yên xwecihî koçber bikin û da zanîn ku dewleta tirk li pêş çavê hemû cîhanê kiryarên wiha kirin, ew ji bo hezên ku hevkariya wê dikin şermeke.

Her wiha Ekîncî da xuyakirin ku dewleta tirk a dagirker bi çi rêbazî were jî dê nikaribe bi wan, dê li vir rojnamegeriyê bike û rastiyan bê navber ragihîne. SERÊKANIYÊ 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar