Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîsan li parlamentera HDP’ê da û daxuyanî qedexe kir

Polîsan bi ser 4 navçeyên navendî yên HDP’ê yên Amedê de girtin û destûr nedan ku HDP’î daxuyaniyê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava bidin. Polîsan deriyên avahiyan jî girtin û destûr nedan ku kes têkevin avahiyan û ji avahiyan derbikeve. Polîsan êrîşî HDP’iyan jî kir û parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz ji hişê xwe çû

Navçeyên navendî yên HDP’ê yên Sûr, Yenîşehîr, Peyas û Rezanê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bajarên Rojava xwestin daxuyaniya çapemeniyê bidin. Polîsan bi maşîneyên zirxî ber deriyên avahiyên HDP’ê dorpêç kir. Polîsan bi hênceta “qedexeya çalakiyên li bajêr a ji aliyê Walîtiyê ve” destûr neda HDP’yî daxuyanî bidin.  HDP’iyan diyar kir ku li dar xistina çalakiyên aştiyane mafek destûra bingehîn e û dorpêçkirina avahiyên wan nayê qebûlkirin û xwestin polîs belav bibin.

Li navçeya Rezanê polîsan bi gaza îsotê, mertal û jopan êrîşî HDP’iyan kir û li wan dan. Di êrîşê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz ji hişê xwe çû û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.  Polîsan bi jop û mertalên xwe HDP’iyan daf dan û nehiştin daxuyanî bidin û ketin û derketina avahiyê qedexe kirin.

Polîsan deriyên avahiyên HDP’ê yên Sûr, Peyas û Yenîşehîrê jî li HDP’iyan girtin û destûr nedan daxuyanî bidin. Parlamenterên HDP’ê jî di nav de li avahiyan bendemayîna xwe didomînin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar