Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Elîaçik: Tirkiye dixwaze herêmê ji kurdan paqij bike

Nivîskar û îhahiyatnas Îhsan Elîacik, bal kişand ser şerê Tirkiye ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne û xwendina sela ya li mizgeftan û wiha got: “Bi xwendina sela û banga ‘cihatê’ armanc dike ku herêmê bê kurd bihêle. Dixwaze tevahiya herêmê bike ereb. Li ser vî esasî dest bi şer kiriye.”

Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan di 9’ê Cotmehê de îlan kir ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon daye destpêkirin. Piştî Erdogan di 9’ê Cotmehê de biryar îlan kir, TSK û OSO di saetên êvarî de bi tang, top û balafirên şer li Serêkaniyê û Girê Spî dest bi êrîşan kir û şer da destpêkirin. Êrîş di roja 7’an de berdewam dike. Piştî êrîşên TSK û OSO des pê kir, Erdogan ji Seroke Dîyanetê xwest ku li mizgeftan sela bê xwendin û banga cîhadê kir. Îlahîyatnas û nivîskar Îhsan Eliaçik ji MA’yê re axivî û diyar kir ku armanca vê yekê ewe ku herêmê bê kurd bihêle û li herêmê ereban bi cih bike.

Elîaçik xwendina sela ya li mizgeftan rexne kir û wiha got: “Ger ku misilmanên li herêmê bi hevre şer bikin wê li hesabê kê bê? Dixwazin Tirkiye û Sûriye, Tirkiye û Îran bên hemberî hev. Dixwazin bi hevre şer bikin. Fêdeya vê yekê li kesî nayê. Dixwazin kurdên li Îran, Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê bên tepisandin. Ev ezîyet e. Hem eziyetê li xwe dikin û hem jî li Tirkiyeyê dikin. Gotina ‘li wir cîhat heye’ gotinek pir şaş e. Tirkiye li herêmê dest bi guhertina demografiyê kiriye. Dixwaze nifûsa kurdan ji wir vala bike. Dixwaze li seranserî herêmê ereban bi cih bike. Li ser vî esasî dest bi vî şerî kirine. Dewleta Tirkiyeyê ewil ji DYA û Rûsyayê destûr xwest û ket axa Efrîn, El-Bab, Cerablus û armanc kir ku li wir bibe xwedî ax. Xwestin rê li pêş Federasyona Kurd a Bakurê Sûriyeyê bigirin.”

‘Dixwazin herêmek nû ava bikin’

Elîacik da zanîn ku Tirkiye demek dirêj e dixwaze 100 kilometre bi kûranî dakeve nava sînorê axa kurdan û cihê kurd zêde lê dijîn. Lê hêza wî têrê nake ku li cihê YPG lê dijîn bi dest bixe. Li cihê ku DYA û Rûsya destûr daye hnewl dide bi dest bixe. Dixwaze kesên ji Idlibê reviyane, endamên DAIŞ’ê û penaberên li Tirkiyeyê dijî li vê herêma bi cih bikin. Bi vê operasyonê dixwazin Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bikin leheng. Her dem dibêjin ‘Emê alê li Çiyayê Qendîlê biçikilînin’ û ‘Em ê terorîstan paqij bikin’ Eslê vê yekê tune ye. Qendîl li ku, Sûriye li ku? Bi dirêjahî 480 kilometre sînorê Sûriyeyê heye. Dixwazin 100 kilometre firehî û 80 kilometre kuranî bi cih bibin. Ev herêm di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de ye. ”

Hewldana kurdan rast e

Elîaçik anî ziman ku kurdan li dijî vê hewldana Tirkiyeyê bi rejîma Sûriyeyê re hevdîtin kirin û peyman çêkirin û wiha bi dawî kir: “Ev hewldana kurdan rast e. Li ser vê peymanê artêşa Sûriyeyê li Kobanê, Minbiç bi cih bibe û ewlehiya wê biparêze. Dîsa wê sînorê din jî biparêze. Ji xwe Sûriye xwedi erk e ku wê axê biparêze. DYA ji bo ewliya Îsraîlê bigire li herêmê şer dide destpêkirin. Li Rojhilata Navîn şere dijwar pêş ketin. Niha kurd di navbera Îran, Tirkiye û Suriyeyê de asê mane. Ji ber ku kurd li vir dijîn. Her çend nasnameya wan bê inkarkirin jî li wir dijîn.” STENBOL

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar