MLKP’ê ragihand şervanê wan Kerem Pehlîvan (Demhat Gunebakan) şehîd bûye
MLKP’ê ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di êrîşa dagirkeriya tirk de ya li ser Rojavayê Kurdistanê, 9’ê Cotmehê şervanê wan Kerem Pehlîvan (Demhat Gunebakan) şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ”Hevrê Demhat, şervanê ji Tabûra Şehîd Serkan, li ser xeta sînor dema ku li ser peywira şoreşger bû, di roja pêşî ya êrîşê de bi suîkastê şehîd bû. Em soz didine te û şehîdan heta dilopa dawî ya xwîna xwe li dijî dagirkeran şer bikin, heta ku em berxwedana azadî û rûmetê xaka xwe rizgar bikin bidomînin.”