Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kampanyaya ‘Ji Kerkûkê ber bi Rojava ve’ hate ragihandin

Li bajarê Kerkûkê bi armanca komkirina alîkariyan a ji bo Rojava kampanyayek bi navê ‘Ji Kerkûkê ber bi Rojava ve’ hate ragihandin

Bi tevlêbûna 15 rêxistin, kom, navend, komên hunerî, rewşenbîr, mamosteyên ayînî û çalavanên sivîl bi dirûşma ‘Kerkûk ji bo Rojava li ser pêyan e’ kampanyaya ‘Ji Kerkûkê ber bi Rojava ve’ hate ragihandin.

Endamê Encûmena Kampanyayê û çalakanê sivîl Nejad Necim di daxuyaniya çapemenî de armanca kampanyayê vegot.

Necim diyar kir ku kampanyaya ku wan daye destpêkirin bajarê Kerkûkê û hemû navçeyên wê digire nava xwe û da zanîn ku dê kampanya 10 rojan bidome û wiha got: “Alîkariyên ku têne komkirin derman û pere ye û dê ji bo mexdûrên Rojava; em ê bi alîkariya Heyva Sora Kurdistanê alîkariya ji kampanyayê bê berhevkirin bişînin rojavayê Kurdistanê.”

Di daxuyaniyê de Necim bal kişand ser rewşa koçberkirinê û wiha pêde çû: “Em xelkê Kerkûkê jî ji ber şer û nakokiyan koçber bûne, ji bo wê koçberbûnê baş dizanin. Ji ber vê bi taybetî Kerkûk êşa Rojava dizane û biqasî 10 rojan xebatên komkirina alîkariyê pêk tînin û bi rêya Heyva Sora Kurdistanê bişînin Rojava.”

Her wiha Mamoste Welî jî diyar kir ku dewleta tirk a dagirker li ser navê îslamê êrîşî Rojava dike û ev tişt anî ziman: “Êrîş û dagirkeriya Erdogan dike, li derveyî îslamê ye. Ji ber ku Erdogan nîjadperestî û aloziyan derdixe. Lewre kiryarên Erdogan dûrî îslamê ne. Kuştina zarok, jin û mirovên sivîl di tu olan de nayê qebûlkirin. Xeyalê dijmin ê dagirkirina Kurdistanê pûç û vala ye. Heta kurdek bimîne wê dagirker nikare Kerkûk, Efrîn, Kobanê û Qamişloyê dagir bike.”

Her wiha bi heman armancî hunermendên Silêmanî û Radyoya Xak jî bi hevbeş kampanyek alîkariyê ji bo Rojava ragihandin. Alîkarî li Kargeha Cixaran tên berhevkirin û kampanyê dê heya demek nediyar berdewam bike. KERKÛK / SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar