Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelê Germiyan û Kerkûkê ji bo Rojava çalakî li dar xist

Li bajarokê Rizgarî yê Kelarê û li Kerkûkê bi tevlêbûna gelek welatiyan, êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li dijî rojavayê Kurdistanê hate şermezarkirin

Bi armanca şermezarkirina êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk û çeteyên wê ya li dijî rojavayê Kurdistanê û piştgiriya bi gelê Rojava û şervanên wê re, li bajarokê Rizgarî yê Germiyanê û Kerkûkê gelek kes daketin qadan û çalakî li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de bi pêşengtiya Eniya Niştimanî ya Li Dijî Dagirkeriyê di saetên êvarê de li bajarokê Rizgarî ya ser bi navçeya Kelar a Germiyane ve meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de nûnerên rêxistin, hizbên siyasî, mamostayên olî û xelkê bajarokê amade bûn. Meş di nava bazara bajarok de hate lidarxistin.

‘Armanca êrîşê tunekirina destkeftiyên Rojava ne’

Li ser navê xelkê bajaroka Rizgariyê daxuyaniyek hat dayîn û daxuyanî ji hêla Goran Gomarî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca dewleta tirk a ji êrîşan ew e ku destkeftiyên Rojava tune bikin û axa Rojava dagir bikin. Her wiha hate gotin ku dagirkirina Rojava di heman demê de tê wateya dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. Welatiyan piştgiriya xwe ya bi berxwedana gelê Rojava re anîn ziman.

Çalakiya Kerkûkê

Bi heman boneyê li Kerkûkê jî di saetên êvarê de li bazara Rehîmawa ya Kerkûkê jî çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de li ser navê çalakvanan Heval Dara daxuyaniyek xwend û ev tişt destnîşan kir: “Em weke xelkê bajarê Kerkûkê van êrîşên hov û derveyî mirovahî yên li ser gelê bê guneh ê rojavayê Kurdistanê û bê helwestiya hêzên serdest, şermezar dikin. Em dixwazin ku hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê jî li dijî van êrîşan helwestek xwe ya cidî nîşan bidin.” GERMIYAN-KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar