Yekîneyên Endezyariya Mayinan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şedadê, 3 moşekên ku ji bo hedefgirtina bajarokê Şedadê hatibûn amadekirin, bêbandor kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên wan ên endezyariyê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şedadê, 3 moşekên ku ji bo hedefgirtina bajarokê Şedadê hatibûn amadekirin, bêbandor kirine.
Hêzên ewlekariyê destnîşan kir ku her sê moşek di dema dewriyeyên hêzên wan ên li gundê Um Hicîrayê hatine dîtin û wiha domand: “Li ser vê yekê tîma endezyariyê çû cihê bûyerê û moşekên ku ji hêla şaneyeke veşartî ya DAIŞ’ê ve hatibû amadekirin, bêbandor kirin. HESEKÊ