Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Keskesora kurd bi ser cîhanê de girt

Mirovahî tê ceribandin. Li hemberî zilmê, neheqî û zordariyê mirovahî di mêzîna dîrokê de ye. Zarok dimirin, jin û ciwan, leşker û şervan… Dîsa çend kêmaqilên ku dinyayê bi rê ve dibin tovên neyartiyê di navbera gelan de direşînin. Li ser mirin û kuştinan rêyaderên hin dewlatan bi devkenî dibêjin “ev pêvçûn û şer, li gor berjewendiyên me ye, li gor hesabê me ye, bi kêrê me tê.” Rûsya hesabên stratejîk dike, Trump û rêyaderên Amerîkayê ji ber ku Tirkiye û kurd hatine hemberê hev kêfxweş in.

Li Tirkiyeyê aqil û feraset hatiye girêdan. Kuçikan berdane, keviran girêdane. Her wiha bi vê awayê ku dibêjin “pirsgirêka welat a bekayê heye” niha welat avêtine agir û xwe dane ber bayê û temaşe dikin. Zarokên ku tên kuştan, mal û milkê ku tê wêrankirin, nirxên ku tên talankirin ji kîsê biryardarên şer naçin. Çi dibe bi gelên xizan û belangaz dibe. Desthilatdarî di heman demê de biryarxdayîna mirin û mayîna gelên bindest e.

Bêguman bi sedan sal e li hemberî gelên tirk û kurd, gelên Rojhilata Navîn listîkên mezin û qirêj tên afirandin. Li cihekî ku hêzên navneteweyî, berpirsê şerên cîhanê li ser meseleyekî evqas biaxivin li ser hûr bibin ji wî meseleyê, ji bo gelan xêr dernakeve. Jixwe herî dawî Serokdewletê DYA’yê Donald Trump ku pêşiya şerê Rojava vekir wiha got: “Em 7000 hezar mîl dur in. Kurd û tirk 200 sal e şer dikin. Em parçeyekî vê şerê nîn in. Bihêlin bila Sûriye û kurd bi tirkan re şer bikin.” Rêyaderên AKP niha ne kêm ne zêde vê yekê dikin. Yanê gotin û daxwaza Trump bi cih tînin. Ji ber vê yekê Rûsya û Amerîkayê di hevdîtinê NY’yê de li hemberî pêşnûmeya şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê derketin. Yanê plansaziya navneteweyî, komploya Navneteweyî ku di 9’ê Cotmehê hatine afirandin 21 sal şûn de cardin tê rojanekirin û bi destê AKP’ê tê meşandin. Li hemberî gelan meşandina şer ji xwe rêbazekî emperyalîst e. Ji aliyê din ve ev şer li ser daxwaza dewletên emperyalîst tê meşandin. Pişt re jî yên şerxwaz dibêjin em li hemberî emperyalîzmê ne.

Ev plansaziya sererastkirina heremê ye. Dixwazin gelan bi destên dewletan qir bikin pişt re jî dê wan dewletan terbiye bikin. Xeyala AKP’ê xeyela serdestiyê ye. Jixwe neyartiya wî ya li hemberî gelê kurd tê zanîn. Hesaba Erdogan ew e ku bi dagirkirina Rojava cardin ruhê Osmaniyan bilind bike. Mesele afirandina împaratoriyê jî nine. Daxwaza Erdogan Siltanî ye û ji bo wî dixwaze ku împaratoriyek biafirîne. Lê êdî dema împaratoriyan nîne. Êdî ne împaratorî ne siltanî pêkan e.

Dibêjin ku em destûr nadin li sînorê me xeta kurd bê avakirin. Ya yekemîn ew cihê ku dibêjin em destûr nadin xeta kurd lê bê avakirin ax û welatê gelê kurd e. Ev welat hate parçekirin û niha li ser parçeyên din jî di navbera hêzên serdest de şerê parvekirinê heye. Gelê kurd jî êdî wekî sedsal ewil temaşevan nîne. Aktorek e û dixwaze li ser qedera xwe bibe xwediyê biryar. Ya duyemîn ew kesên ku dixwazin xeta kurd asteng bikin, ewqas neheq in ku raya giştî cîhanê li hemberî vê neheqiyê bi gelê kurd re di nav piştevaniyê de ye.

Yê seyemîn ew ên ku dibêjin em nahêlin xeta kurd bê avakirin ger ku kor nebin divê bibînin ku cîhan bi keskesora kurd xemiliye. Çawa ku berê ji bo têkoşînên gelên bindest têkoşinên dijberê faşîzmê, têkoşînên maf û azadiyan berxwedana Vîetnamê îlham dida niha têkoşîna gelê kurd têkoşîna Rojava îlham dide. Bila kes meraq neke. Ji ber wê yekê gelê Rojava ji niha ve bi ser ketin ji niha ve AKP û piştevanên wî têk çû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar