Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji şervanan li bejahiya Eyn Îsayê rêzeçalakî

Şervanên HSD’ê li gundewarên Girê Spî li dijî hêzên dagirker rêzeçalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de gelek çete hatin kuştin û 2 BMB hatin rûxandin û yek jî hate derbkirin. Her wiha di êrîşa dewleta tirk li gundê Rihaniyê de 3 sivîl birîndar bûn

Berxwedana Rûmetê ya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li hemberî hêzên dagirker ên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê ya li seranserî rojavayê Kurdistanê berdewam e. Di çarçoveya şer û pevçûnan de şervanên HSD’ê li gelek baskên şer derbên giran li hêzên dagirker dan.

Di vê çarçoveyê de şervanên HSD’ê li gundê Wesîta yê di navbera Til Findir û Eyn Îsayê de li dijî hêzên dagirker çalakî pêk anî. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin û 5 çete jî birîndar bûn.

Her wiha şervanan li gundê Celbê yê li nêzî Girê Spî ku duh ji hêla artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibû dagirkirin çalakî pêk anîn. Di encama çalakiya şervanan de gund hate rizgarkirin û komên çete ji gund reviyan.

2 BMB hatin rûxandin

Şervanên HSD’ê li gundê Kendal ê li rojavayê Girê Spî jî li hêzên dagirkeran dan. Hat zanîn ku di encama çalakiya şervanan de BMB’yeke dagirkeran hate rûxandin û ajokarê wê jî hate kuştin. Di heman demê de BMB’yeke din jî hate derbkirin. Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku şervanan li gundê Yarqo yê di navbera Girê Spî û Eyn Îsayê de mayînek bi konvoyeke dagirkeran ve teqand. Di encama teqînê de BMB’yeke dagirkeran hate rûxandin û hejmareke çeteyan jî hate kuştin.

Sivîl hedef hatin girtin

Weke ku tê zanîn ji destpêka êrîşa li dijî rojavayê Kurdistanê ve hêzên dagirker ên dewleta tirk qadên sivîlan hedef digire. Di encama van êrîşan de jî bi dehan sivîl hatin qetilkirin û bi sedan sivîl jî birîndar bûn. Dewleta tirk îro jî gundê Rihaniyê ku li rojavayê gundê Aliya yê Til Temirê dimîne hedef girt. Di encamê de 2 jin û kalemêrek birîndar bûn. Şervanan xwe gihand birîndaran û rakirina nexweşxaneyê. GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar