Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Pêşmergeyên Dêrîn biryar dan ku tev li Berxwedana Rûmetê bibin

Du Pêşmergeyên Dêrîn ên ji Kifrî ya Germiyanê diyar kirin ku dê bi çeka xwe tev li refên Berxwedana Rûmetê bibin û wiha got: “Me heta niha çekên xwe ji bo parastina başûrê Kurdistanê bi kar di anî lê dê niha ji bo rojavayê Kurdistanê bi kar bînin.”

Li başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê bertekeke pir mezin heye. Hem aliyên siyasî û hem jî gelê başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur êrîşên dewleta tirk şermezar dikin. Bi destpêkirina êrîşên li dijî Rojava re gelek ciwanên başûrê Kurdistanê heta niha berê xwe dan Rojava û tev li refên Berxwedana Rûmetê bûn.

Li bazara navçeya Kifrî ya girêdayî Germiyanê jî ji bo şermezarkirina êrîşa li dijî Rojava çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de tevî welatiyan, nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û Pêşmergeyên Dêrîn jî amade bûn.

Biryara xwe di çalakiyê de da

Du Pêşmergeyên Dêrîn ên tev li çalakiyê bûn biryar dan ku tev li refên Berxwedana Rûmetê bibin. Têkildarî mijarê ji pêşmergeyan Aram Feqê ku ji Mam Celal Talebanî xelateke taybet wergirtiye wiha got: “Min li vir biryar da ku ez bi çeka xwe ya min berê ji bo parastina başûrê Kurdistanê bi kar di anî, biçim rojavayê Kurdistanê û tev li berxwedanan şervanan bibim. Her kesê ku dixwaze were û bê çek be, ez ê çekê jêre bikirim.”

Pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Xazî Îsmaîl jî da zanîn ku ew amade ye ku bi Aram re çekê hilgire û tevli refên Berxwedana Rûmetê bibe. GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar