Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD’ê bîlançoya 15’ê cotmehê parve kir

HSD’ê têkildarî şer û pevçûnên 15’ê cotmehê daxuyaniyek parve kir. HSD’ê da zanîn ku bi dehan wesayîtên zirxî hatin rûxandin û bi qasî ku hatiye tespîtkirin, zêdetirî 60 çete û leşkerên dagirker hatine kuştin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê encamên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên roja 8’emîn bi raya giştî re parve kirin. HSD’ê diyar kir ku artêşa tirk û komên wê yên terorîst êrîşên xwe yên bi bombebaran û topbaranê didomînin. HSD’ê da zanîn ku dewleta tirk li dijî sivîlan binpêkirinên mezin dike û hêzên wan jî her carê hewldanên dagirkeran dişikînin.

Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:

DÊRIK

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser sînor zêdetir kirin. Hewl dide gundên li derdora wê bi taybet jî gundê Carûdiyê dagir bike. Her wiha artêşa dagirker ji qereqola li hemberî gundê Bablê yê li ser sînor gundê Xirab Reşkê çar caran topbaran kir.

SERÊKANIYÊ

* Ev çar rojin li hemû eniyên Serêkaniyê dijmin bi balafir, topên hewan û obusan û bi çekên giran êrîş dike. Balafirên keşfê 24 saetan li asîman digerin. Teknîkeke pêşketî û bi hezaran çete tên bikaranîn. Lê dîsa jî gavekê jî nikarin pêş bikevin.

* Ji sibeha duh heta şevê din artêşa dagirker ji bejahî û hewayî ve êrîş dike. Lê hêzên me bi lehengî şer kir û êrîş şikandin. Di van êrîşan de gelek çete hatin kuştin.

* Şevê din hêzên dagirker êrîşî gundê Menacîrê kir û şer derket. Piştre jî dagirkeran bi balafirên şer êrîş kir û balafirên keşfê jî her tim li ser asîman geriyan. Di vî şerî de gelek çete hatin kuştin lê hejmara wan nehat zelalkirin.

* Dijmin bi tevlêbûna zêdetirî 100 wesayîtên zirxî û tangan êrîşî aliyê Alyayê kirin. Di heman demê de balafirên şer bênavber gund bombebaran kir. Lê hêzên me derbên giran li dagirkeran dan û 2‪‪‪0 wesayîtên zirxî tune kirin. Her wiha 1‪0 wesayîtên zirxî jî ji qada şer reviyan. Hêzên me ji 4 makîneyên zirxî, dest danîn ser yekê.

* Di van pevçûnan de 6‪0 çete hatin kuştin û 40 çete jî birîndar bûn. Di heman demê de 1‪8 hevalên me jî şehîd bûn û 7‪ jî birîndar bûn. Lê êrîş hate şikandin û herêmê ji van dagirkeran hate paqijkirin.

AMÛDÊ

* Gundên Eradê û Îbrahîmiyeyê ji hêla dagirkeran ve hatin topbarankirin û 4‪ sivîl birîndar bûn.

GIRÊ SPÎ

* Li aliyê Eyn Îsayê dagirkerên dewleta tirk hewl dan ku bi aliyê rêya navneteweyî ve bi pêş bikeve. Lê hêzên me li gelek aliyan bi wan re ketin şer. Şer û bombebaran bi balefirên şer û keşfê dewam kir.

* Hêzên me çalakiyeka bi armanc li dijî maşîneyên dijmin pêk anîn û li gelek aliyan jimarek ji maşîneyan û kesên di hundirê wê da hatin tunekirin. Lê dîsa jî hejmara kuştiyan nehat zelalkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar