Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HRE’yê li Efrîn Mare û Ezazê çalakiyên tolhildanê pêk anîn

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Efrîn, Mare û Ezazê li dijî hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê rêzeçalakiyên tolhildanê li dar xistine. HRE’yê da zanîn ku di encama çalakiyan de herî kêm 3 çete hatine kuştin û 14 jî birîndar bûne

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di navbera 13 û 15’ê cotmehê de li Efrîn, Mare û Ezazê li dijî hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê gelek çalakî pêk anîne.

HRE’yê diyar kir ku hêzên wan di 13’ê cotmehê de li gundên Birc Heyder û Beradê yên Şêrawayê li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên sekvaniyê pêk anî û di encamê de çeteyek hate kuştin û yek jî birîndar bû. HRE’yê destnîşan kir ku hêzên wan di 14’ê cotmehê de jî li navenda Ezazê çalakiyeke sabotajê pêk anî lê encama çalakiyê nehat zelalkirin.

Di berdewamiyê de jî HRE’yê daxuyand ku di 14’ê cotmehê de hêzên wan li derdora gundê Til Medîq ê Şehbayê li dijî dagirkeran çalakiya sabotajê pêk anî û di encamê de çeteyek hate kuştin û yek jî birîndar bû. HRE’yê da zanîn ku di heman rojê de li Mareyê jî hêzên wan çalakiya sekvaniyê pêk anî û çeteyek hate kuştin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha bi dawî bû: “Hêzên me di 15’ê cotmehê de li navenda Ezazê çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de 2 giran bi giştî 12 çete birîndar bûn. Ziyanekê mezin ê madî jî gihişt artêşa tirk.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar