Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif bal kişand ku beriya rayedarên DYA’yê li Enqereyê bicivin, artêşa tirk û çeteyên wê dê îşev bi hemû hêza xwe êrîş bikin
Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif a tev li bernameya ‘Aktûel’ a Jin TV’yê bû ku Aysel Avesta pêşkêş dikir. Yûsif Yûsif bang kir ku divê gelê kurd bi taybet jin hê zêdetir xwedî li berxwedanê derkevin.
Foza Yûsif destnîşan kir ku piştî êrîşên dewleta tirk ên bi taybet li Serêkaniyê û Girê Spî dijwar bûn, ji duh ve li Minbic û Kobanê şer destpê kir û wiha dom kir: “Dewleta tirk xwe amadekiribû ku di demekî kin de encam bigire û serkeftinên xwe yên leşkerî nîşanî raya giştî ya cîhanê bide. Ev roja 8’an jî derbas bû dewleta tirk û çeteyên wê nekarî bi pêş ve biçe. Leşker û çete li ber belavbûnê ne, gelek ji wan eniyên xwe dihêlin û direvin.”
Banga girîng
Di berdewamê de jî Yûsif bi lêv kir ku raya giştî ya navneteweyî zextên xwe zêde kirine, dîsa heyeta DYa’yê Dê biçe Enqereyê û di heman demê de dê li Moskovê jî hevdîtin bên kirin. Yûsif wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji beriya van hevdîtinan bi awayekî bi lez ji bo encam bigirin û bi binpêkirinên hiqûqa navneteweyî tişta ji destê bê dê bikin. Bikaranîna çekên kîmyewî jî di nav de her cure sûcê şer dike. Dê îşev berxwedaneke dîrokî bê raberkirin. Tê dîtin ku bi taybet li eniya Serêkaniyê dewleta tirk a dagirker dê hemû hêza xwe bikar bîne ku heta sibê encam bigire. Ji bo vê jî dê hemû rêbazên xwe yên qirêj bikar bîne. Ez bang li hemû kurdistanî û mirovahiyê dikim ku li dijî êrîşên berfireh ên dewleta tirk dakevin qadan.”
‘Pêwîstiya şervanan bi me heye’
Yûsif diyar kir ku bi pêvajoyeke awarte û xeter re rû bi rû ne û wiha derbirî: “Divê hemû gelê me li ser pêya be. Çawa ku şervanên me yên leheng 8 roj in nerazane, destê wan li ser tetîkê destanên lehengiyê dinivsînin, divê îşev tu kes nerazê û li ser pêya be. Divê gelê me li pêşiya hemû sefaretxaneyên Ewropa, Amerîka, dîsa li pêşiya sefaretxaneyên li Rojhilata Navîn û pêşiya avahiya NY’yê xwepêşandanên protestoyî bikin. Pêwîstiya şervanên me bi desteka gel heye, divê em wan tenê nehêlin.”
‘Erdogan her sûceke şer biceribîne’
Herî dawî jî Yûsif ev bang kir: “Bi taybet jî banga li çar parçeyên Kurdistan û jinan dikim. Yên Hevrîn înfazkirin, dixwazin azadiya jinê û sîstama avakirî tune bikin. Ji bo vê divê gelê me êrîşan cidî bigirin dest, saziyên mîna Xaca Sor û doxtorên sînor nenas bikevin tevgerê. Erdogan ji bo ku bigihêje armancên xwe dê her cureyekê sûcê şer bike. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşÊ divê saziyên navneteweyî bikevin dewrê.”