Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk sûcên şer dike: Nexweşxaneya Serêkaniyê bombebaran dike

Dewleta tirk a dagirker a ku li hemberî şervanên HSD’ê derbên giran dixwe, roj bi roj li sûcên xwe yên şer sûcekê din zêde dike. Hat zanîn ku dewleta tirk li Serêkaniyê çekên kîmyewî yên fosfor û napalmê bi kar tîne û nexweşxaneyê bombebaran dike. Li Girê Spî, Eyn Îsa û Til Temirê jî şervanan derb li dagirkeran dan

Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrîşên qirkirinê yên hêzên artêşa tirk a dagirker û komên wê yên çete yên DAIŞ, El Nusra, El Qaîde û OSO’yê di roja 9’emîn de didome. Ji Serêkaniyê heta Kobanê û Girê Spî, li hemû eniyan şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbên giran li hêzên dagirker didin. Hêzên dagirker ên ku derbên giran dixwin jî bi bombebarankirina qadên sivîlan hewl didin encamê bigirin.

Bi taybet jî li eniya Serêkaniyê şerekê giran heye. Dewleta tirk a dagirker ji şevê din heta niha ji 4 milan ve bi balafirên şer, topên hewan û obûsan, tank û çekên kîmyewî yên fosfor û napalmê êrîşî Serêkaniyê dike. Hat zanîn ku ji şevê din ve hem di hêla bejahî û hem jî di hêla hewayî de êrîş qet nesekinîne. Hat zanîn ku şervanên HSD’ê jî bersivên tund didin komên dagirker û gelek kuştî û birîndarên wan hene. Di heman demê de şehîdên HSD’ê hene.

Hedefgirtina nexweşxaneyê

Çavkaniyên ji Serêkaniyê ragihand ku dewleta tirk nahêle ku xebatkarên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd derbasî Serêkaniyê bibin da ku birîndaran derman bikin. Di heman demê de hat ragihandin ku dewleta tirk a dagirker û çetyeyên wê Nexweşxaneya Serêkaniyê bi çekên giran bombebaran û topbaran dikin.

Li Gundên Alya û Menacîrê şerê dijwar

Di heman demê de li gundên Menacîr ê di navbera Serêkaniyê û Til Temirê de û li gundê Alya yê Til Temirê şerekî giran di navbera şervanên HSD’ê û leşkerên artêşa tirk a dagirker de rû dide. Balafirên şer ên dagirker jî bênavber her du gundan bombebaran dikin û her du gund tên topbaran kirin. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku dewleta tirk li her du gundan jî derbên giran dixwe.

HSD’ê li hêzên taybet xist

Li gorî agahiyên ji Eyn Îsayê, hêzên taybet ên dewleta tirk  a dagirker tevî gelek tank û maşîneyên zirxî xwestin êrîşî Eyn Îsayê bikin. Hat zanîn ku şervanên HSD’ê jî bersivên tund dan van komên dagirker û şerekî giran derket. Hat ragihandin ku di encam van pevçûnan de wesayîteke dagirkeran hate rûxandin û gelek leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin. Di şer de hinek alavên leşkerî jî ketin destê şervanan.

Li Girê Spî 7 çete hatin kuştin

Şervanên HSD’ê di heman demê de êrîşa çeteyên dagirkerên tirk ên li dijî gundê Kendalê yê rojavayê Girê Spî jî şikandin. Li gorî agahiyan, di encama pevçûnan de 7 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar