Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê endamê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Hayil Salih li Serêkaniyê qetil kir
Dewleta tirk a dagirker û komên wê yên çete navenda Serêkaniyê bi awayeke hovane hedef digirin. Hêzên dagirker ku tu pîvanên şer nas nakin, hem çekên kîmyewî bi kar tînin û li hêla din jî nexweşxaneyan topbaran û bombebaran dikin.
Li gorî agahiyên ji Serêkaniyê, endamê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Hayil Salih di encama topbarana artêşa tirk a dagirker a li ser Serêkaniyê de şehîd bû.
Hêjayî gotinê ye ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê tevî ku gelek sivîlên birîndar di nexweşxaneyê de ne jî, nexweşxaneya Serêkaniyê topbaran û bombebaran dikin. SERÊKANIYÊ