HRE’yê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li navçeya Mareyê li dijî hêzên dagirker çalakî pêk anîn û di çalakiyê de 6 çete hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî hêzên dagirker ên dewleta tirk û komên çete daxuyaniyeke nivîskî da.
HRE’yê da zanîn ku hêzên wan şevê din li xeta gundên Tiwês, Semûqa û Timadiq ên li bejahiya navçeya Mare ya Efrînê li dijî hêzên dagirker çalakî pêk anîn. HRE’yê diyar kir ku di encama çalakiyên hêzên wan de 6 çete hatin kuştin û 9 çete jî birîndar bûn.
Çalakiyên şervanên HRE’yê yên li Efrîn, Ezaz û Mareyê bênavber didomin.