Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç, Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol ji bo ku bi muwekîlê xwe ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilin a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji 7’ê Tebaxê ve hemû serlêdanên ku hatine kirin, ne bi erênî ne jî neyênî nehatine bersivandin.
Parêzerên Ocalan, Bewroz Ûysal û Rezan Sarica piştî 8 salan di 2’ê Gulanê, 22’ê Gulanê, 12’ê Hezîranê, 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin pek anîbûn. STENBOL