Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê li Qamişlo û Girkê Legê meşiyan

Bi hezaran welatiyên Qamişlo û Girkê Legê ji bo şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk û piştgiriya bi berxwedana şervanên HSD’ê re meşiyan. Çalakvanan diyar kir ku dê rê nedin hêzên dagirker û faşîzm dê têk biçe û berxwedan dê bi ser bikeve

Bi armanca şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyên rojavayê Kurdistanê li Qamişlo û Girkê Legê daketin qadan. Di çalakiyan de li hemberî dewleta tirk û çeteyên wê hêrseke mezin hebû welatiyan got ku dê bi berxwedana xwe faşîzmê têk bibin.

Di vê çarçoveyê de bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan ên Qamişlo li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê meşiyan. Ji 7 salî heta 70 saliyê hemû kes di meşê de amade bû. Welatiyên ku li ber Çerxerêya Şehîd Rûbar a taxa Xerbî kom bûn, ber bi navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ve meşiyan. Di meşê de welatiyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ û HSD’ê li ba kirin û pankartên ‘Gelê Sûriyeyê dagirkeriya Osmaniyan qebûl nake’, ‘Ji terora Erdogan re na ‘, “Em li ser axa xwe tu kesên biyanî qebûl nakin’ û ‘Bijî yekitiya gelan’ vekiribûn. Meşvanan bênavber dirûşmên ‘Qatil Erdogan’, ‘Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz dikirin.

Bang li hêzên navdewletî kir

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talat Yûnis axivî. Yûnis di serî de hemû şervanên di eniyên şer de li ber xwe didin silav  kir û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker bi hemû teknîka pêşketî û çekên qedexekirî êrîşên xwe yên hovane didomîne. Ji ber bêdengiya hêzên navneteweyî û saziyên mafên mirovan dewleta tirk êrîşên xwe xurtir dike. Bi saya berxwedana qehremanî ya zarokên vî gelî, hêzên dagirker nekarîn bihostekê bikevin Serêkaniyê. Em ê bi berxwedana xwe faşîzmê têk bibin. Em bang li saziyên mirovî dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin û tenê bi helwestên lawaz nemînin.”

Dê têkoşîna xwe bilindtir bikin

Endama Rêveberiya Buroya Parastinê Hediya Şêx Hesen jî êrîşên dagirkreriyê şermezar kirin û banga hevgirtinê li hemû pêkhateyên herêmê kir. Şêx Hesen got ku tu carî nahêlin dewleta tirk û çeteyên wê derbasî axa wan bibin û dê têkoşîna xwe bidomînin. Mitîng bi tilîliyan bi dawî bû.

Çalakiya Girkê Legê

Li Girkê Legê jî bi tevlêbûna gelek şêniyên ji Girkê Legê û gundewarên wê, meşek hat lidarxistin. Meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û şêniyan dirûşmên şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û silavkirina berxwedanê û bilindkirina tekoşînê berz kirin.

Di çalakiyê de şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Mizgîn Ehmed axivî û da zanîn ku artêşa tirk û çeteyên wê Rêveberiya Xweser hedef digirin. Ehmed bal kişand ser berxwedana şervanên HSD’ê ya li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê. Mizgîn bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku hevgirtî bin û li dijî dagirkeriya dewleta tirk bisekinin.

Meşa şêniyan bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû. QAMIŞLO-GIRKÊ LEGÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar