Artêşa tirk û çeteyên wê konvoya ku ji bo rizgarkirina sivîlên birîndar diçû Serêkaniyê gulebaran û topbaran kir. Karwanê sivîlan neçar ma ku paşve vegere
Karwaneke ji sivîlan ên ji herêmên Cizîrê bi armanca rizgarkirina sivîlên birîndar ên li navenda Serêkaniyê û nexweşxaneyê bi rê ket, rastî êrîşa hêzên dagirker hatin. Hat zanîn ku komên çete li sivîlan gule barandin û konvoy topbaran kirin.
Hat zanîn ku ji bo pêşîlêgirtina komkujiyeke din ali ser sivîlan, welatiyên di konvoya sivîl de careke din vegeriyan. Weke ku tê zanîn demek berê jî hêzên dagirker li Serêkaniyê bi balafirên şer êrîşî konvoya sivîlan kiribû û 15 sivîl qetilkirin û 74 sivîl jî birîndar kiribûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bang li raya giştî ya cîhanê kiribû ku ji bo rizgarkirina sivîlên birîndar ên li Nexweşxaneya Serêkaniyê korîdorek bê vekirin.
Banga vekirina korîdora mirovî
Rêxistina Mafên Mirovan ên Herêma Cizîrê, Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Edaleta Civakî ya Cizîrê û Navenda Lêkolînanan û Parastina Mafên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrîşan bikevin nava hewldanan.
Saziyên civaka sivîl di daxuyaniyê de banga vekirina korîdoreke mirovî li Serêkaniyê kir da ku bi awayekî lezgîn birîndar ji wir bên derxistin. jê werin derxistin. HESEKÊ