Dewleta tirk çeteyên xwe derbasî Serêkaniyê dike û di heman demê de êrîşî şervanên HSD’ê dikin. Her wiha artêşa tirk û çeteyên wê gundê Şewarxa yê Şera topbaran dike
Duh di navbera DYA û Tirkiyeyê de lihevkirinek hatibû kirin. Li gorî vê lihevkirinê dê di navbera her du aliyan de agiribest pêk bihata. Lê belê dewleta tirk hêj jî êrîşên xwe berdewam dike.
Li gorî nûçeyên ANHA’yê artêşa tirk a dagirker li gundê Elokê yê rojhilê bajarê Serêkaniyê, çeteyên xwe derbasî Serêkaniyê dike. Di heman demê de, êrîşî şervanên HSD’ê dikin. Heya niha şervanên HSD’ê bersiva wan nadin û li gorî agirbestê tevdigerin lê diyar e ku artêşa dagirker û çeteyên wê agirbest binpê kirin.
Artêşa dagirker gundê Şera topbaran dike
Li aliyê din artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şêwarxa ya navçeya Şera ya kantona Efrînê bi obîsan topbaran dike.