Fermandariya Giştî ya HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzêna artêşa tirk li gorî agirbestê tevnagere û ger ku wiha bidome dê hêzên wan bi tundî bersivên bidin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşên dawî daxuyaniyek da. Fermandariyê da zanîn ku tevî agirbestê jî hêzên artêşa tirk êrîşên xwe yên li Serêkaniyê û li deverên din ên li dijî hêzên wan bênavber didomînin.
Fermandariyê ragihand ku ger ku êrîş berdewam bikin, dê mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin û bi tundî bersiva van êrîşan bidin.