Dewleta tirk a dagirker navçeya Zirgan a Serêkaniyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 3 sivîl şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn
Hêzên artêşa tirk a dagirker êrîşên xwe yên qirkirinê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomînin. Tevî agirbesta di navbera DYA û dewleta tirk de jî, hêzên dagirker bênavber qadên sivîlan topbaran dikin û li herêmê komkujiyan dikin.
Di vê çarçoveyê de îro navçeya Zirgan a Serêkaniyê bombebaran kir. Li gorî agahiyên ji Zirganê, di encama êrîşa dewleta tirk de yek ji wan ji endamê Partiya Çepgir a Sûriyeyê Hesen Newaf Hecî Elî, bi giştî 3 sivîl şehîd bûn û 12 sivîl jî birîndar bûn.
Xebatên lêgerînê yên di bin xerabeyan de didomin. Dibe ku hejmara şehîd û birîndaran zêdetir bibe. SERÊKANIYÊ